NAZIM DAŞTAN/DÎHABER/REQA 


Li Reqqa operasyona “Cenga Mezin” bê navber didome. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniyên rojhilat, rojava û başûrê bajêr her ku diçe bi pêş ve diçin. Li Reqaya ku pevçûnên dijwar lê diqewemin, şervanên QSD’ê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin. Her wiha hemû planên êrîşan ên DAIŞ’ê jî têk diçin. Şervanên QSD’ê yên ku bêhn li DAIŞ’ê çikandine, beriya bi du sê rojan nêzî 500 sivîlên din jî ji esareta DAIŞ‘ê rizgar kirin. Di roja 48’emîn a vê operasyona dîrokî de piştî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) niha jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) tevlî operasyonê bûn. 
Hêzên YBŞ‘ê ku wek tîmên taybet derbasî Reqayê bûn, li eniya rojava ya bajêr bi cih bûn û li dijî DAIŞ’ê dest bi şer kirin. Welat Xeyranî ku di dema fermanê de reviyabû û xelas bûbû, û niha jî di nav YBŞ‘ê de ye, anî zimên ku YBŞ jî tevlî pêngava Reqayê bûye. Xeyranî diyar kir ku ew ji bo tolhildana jinên Êzîdî hatine. Xeyranî got, “DAIŞ‘ê li Reqayê nirxên gelê Êzîdî firotin. Em ji bo wan li bajêr in û em ê tax bi tax, kuçe bi kuçe û mal bi mal Reqayê azad bikin.” Xeyranî, bal kişand  ser jinên dîl hatine girtin û got: “Jinên Êzîdî li bazarên koleyan ên Reqayê hatin firotin. Vê pêvajoya tarî li kuçeyên vî bajarî dest pê kir. Em wek berê ne bê îrade ne. Hêzeke me ya wek YBŞ‘ê heye. Dê her kes li Reqayê bibîne ku em ne Êzîdiyên berê ne.” 




Di sengerên rojavayê bajêr de ne


Şervan Çekdar Dûhola jî dest nîşan kir ku peywira ciwanên Êzîdî ye ku li Reqayê şer bikin. Dûhola, anî ziman ku li dijî DAIŞ’ê ew ê tim bi berpirisiyariya şer tevbigerin û wiha domand: “Li Reqayê plana fermana 73’yemîn hat kirin. Der barê Şengal û Êzîdiyan de çi hebe, li Reqayê hat xwestin ku hemû bên tinekirin. Em li bajêr operasyonên taybet li dar dixin. Em vê yekê bi taybetî jî ji bo jinên Êzîdî yên dîl girtî, dikin. Em niha li eniya rojava ya Reqayê ne.” 



‘DAIŞ li ku be em li wir in’


Şervanê Êzîdî yê bi navê Ferzad Sozdar jî diyar kir ku wan ji Şengalê berê xwe daye Reqayê û ew ji bo tolhildana fermana 73’yemîn hatine. Sozdar, anî ziman ku ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzîdî wan bi ruhekî fedaî di nav pêngavê de cihê xwe girtiye û beriya her kesî mafê ciwanên Êzîdî ye ku li Reqayê şer bikin. Sozdar, anî ziman ku wan êrîşên li dijî xwe ji bîr nekirine û wiha axivî: “Li ser vî esasî me berê xwe da Reqayê. Li ku derê şerekî li dijî DAIŞ’ê hebe, em ê hewl bidin ku berê xwe bidin wir. Bila her kes zanibe ku êdî YBŞ jî li Reqayê ye.”