
Karkera Şaxa Partiya Demokratî Kurdistan a Şengalê Lazima Yusuf jî da zanîn ku êdî jina Êzîdî xwe nas kiriye û di her sazî û dezgeh de xwedi vîn û hêz e.
Berpirsê Giştiya Rewşenbiriya Desteya Bingehê Bilind a Laleş a Duhokê Şemo Qasim, li ser mihrîcanên ku 3 salin pêk tînin nerînên xwe anîn ziman. Qasim ku tev li mihrîcana 30-31'ê tebaxê li Salona konferansê ya Zanîngeha Duhokê pêk hat bû, diyar kir ku Bingehê Laleş di sala 1993'an de hadiye damezirandin û wiha got: "Bingeha Laliş armanc dike ku li taxa Êzdiyan hemû êzdiyan li hev kom bike û wan bi rêxistin bike. Niha zêdeyî 6 hezar endamên Bingeha Laleş hene. Heta niha 12 şax hatine damezirandin û ev xebatên xwe bi awayekî çalak dimeşînin. Li deverên Êzîdîyan 23 nûnertiyên me hene."
'Em dixwazin Êzîdiyan zane bikin'
Qasim, da zanîn ku armanca wan a sereke gelê xwe yê Êzîdî tevan zane û rewşenbir bikin û dixwazin qirêjî û xerabiya li ser wan hatiye komkirin paqij bikin û wiha got: "Em dixwazin mejû û hişmendiya wan a Kurdî û baweriya wan a êzdîtî ji nûve nûjen bikin û pêş bixin. Pizav û peyvira Bingelê Laleş ewe ku bernabe, semîner û panelan pêşkêşî gel bikin û di qada rewşenbiriyê de pêşengiyebike. Ev mihrîcana Laleş yek ji van bizav û erkê Bingeha Laleşê ye. Em salane vê mihrîcanê pêk tînin. Ev 3'emîn mihrîcan e em pêk tînin. Lê ev mihrîcan ji yên din cudatir in. Ji ber ku gelek xelkê me yên dervên welat hatine dawetkirin. Ji Ewropa, Tirkiye, Sûriye û Iraqê hatine beşdarî mihrîcanê bûne."
3 babet hatin niqaş kirin
Qasim, danî ziman ku ku di mihrîcanê de li ser nasandina êzîdatiyê, li ser bîr û baweriyên cîhanê û rewşa wan a niha, û li ser şengalê û dîroka wê çîroka wê panel hatin dayîn. Qasim, bibîrxist ku di vê mihrîcanê de li gel panel û semîner, stranbêj, pêşengeh hatin pêşkêşkirin. Piştî sirûda Ey Raqîb El Beyta Laliş hate gotin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em armanc dikin bi pêşkêşkirina van semîneran têkiliya gelê xwe yên Êzîdî yên li hundir û derve xurt bikin. Em armanc dikin ku têkiliya gelê Êzîdî bi xelkê biyanî bidin xurtkirin. Em bi van mihrîcanan têkiliya hemû gelê Êzîdî xurt dikin. Hemû gelê me yên Êzîdî tên li vir kom dibin û hev nas dikin. Em dixwazin rewşa xwe ya êzîdiyan bi gelê derve bidin naskirin û xuyakirin. Li gorî berê eleqeyek mezin heye. Nêzî 400-500 kes tev li vê mihrîcanê bûn. Em dixwazin rayedarên hikûmetê jî tev li van mihrîcanê bibin û têtikiyên me yên li cem hikûmetê jî xurt bibin."
Li her derê rêxistin
Revebera Şaxa Partiya Demokratî Kurdistan a Şengalê Lazima Yusuf jî, diyar kir mihrîcana 3'emîn pêk tînin û ev mihrîcan ji bo wan gelek girîng e. Yusuf, da zanîn ku Mihrîcana Laleşî Rewşenbirî li Salona Kongreyê ya Zanîngeha Duhokê pêk hat û ji bo yekîtiya êzîdiyan panel û semîner hatin lidarxistin û wiha got: "Jinên Kurd li vir eleqeyek mezin nîşan daye. Jinên Kurdên Êzîdî êdî xwe nas dike û ropê xwe baş dilîze. Lazime jinên Kurdên êdîzi di sazî û dezgehên hikûmetê de zêde bin. Jinên Kurdên Êzîdî jî wekî hemû jinên Kurd zahmetiyek mezin dîtine. Ewil ji ber zor û pêkanînên dijwar nekarîbûn dibistanê bixwînin. Niha 2 parlementerên me yên Êzîdî hene. Ev 2 parlementerên me yên Êzîdî di nava Parlementera Iraqê de nûnertiya gelê Êzîdî dikin. Niha nûnerên me di hemû sazî û dezgehê dewletê de cih digirin. Di bingeha Laleş a Êzîdî de di her şaxan de jina êzîdiya Kurd heye. Di her nûnertiya bingehên laleş de jina Kurd xwedî vîn û piyvir e."
DÎHA/DUHOK