Li Kantona Efrînê çiqas gundên ku êzdî lê hene, ji bo her dibistanekê mamosteyek hat peywirdarkirin. Bi vê gava nû, dê li dibistanan êzdî bi riya mamosteyên êzdî bîr û baweriya xwe fêr bibin. Êzdiyên ku yekem car li Sûriyeyê bi vî rengî xwe rêxistin dikin, bal kişandin ser modela “Xweseriya Demokratîk”.
Sekreterê Komeleya Êzdiyên Rojava Îskam Cîned anî ziman ku li Kantona Efrînê nêzî 20 gundên êzdiyan hene û ji ber şerê Sûriyeyê gelek êzdî koçber bûn û xaniyên xwe vala kirin. Cined, anî ziman ku gelek welatiyên êzdî koçî Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê kirin û wiha got: “Piştî Şoreşa Rojava, yekem car pergalek Xweseriya Demokratîk tê avakirin. Bi vê pergala Xweseriya Demokratîk êzdî dikarin bir û baweriya xwe azad bijîn û dikarin xwe bi rêxistin bikin. Yekem car bi awayekî fermî baweriya êzdiyan li Rojava tê pejirandin. Gelê êzîdî ev firsend bi destxistin û divê êdî li dora bîr û baweriya xwe xwe bi rêxistin bikin. “

Cined da zanîn ku di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de li gundê êzdiyan bi riya mamosteyên êzdî li dibistanan perwerde dibin û xwe bi rêxistin dikin. Cined da zanîn ku mamosteyên êzdî baweriya êzdîtiyê bi zarokan dide fêrkirin û li gundan 6 komîteyên wan hene. Cined bilêv kir ku hemû pergala rejîmê bi dawî bûye û êdî li Rojava Xweseriya Demokratîk heye.

DIHA/EFRÎN