Komeleya Mezopotamya ya bi salan e hatiye avakirin, ji bo rêxistinkirina Kurdên bajar, xebatan dimeşîne. Damezrînerê Komeleya Mezopotamyayê û serokê wê Siyabend Seîd û Kurdên di saziyê de dixebitin, têkildarî rewşa Komeleya Mezopotamya û Kurdên Êzîdî yên Şengalê de axivîn.
Siyabend Seîd der barê Şengalê de got: “Ev salek e Kurdan êşên mezin kişandin. Ji bo dawî li êşan bê, Yekîtiya Kurdan ji her demê zêdetir xurt bûye. Trajediya Êzîdiyên Kurd ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Kesên berê hewl didan aqil bidin Êzîdiyan û wan ji ola wan dûr bixin îro jî li ser kar in."
Seîd li ser xebatên xwe weha peyivî: “Li vî bajarî gel li hember me rêzdar e. Ev bajar gelek reng tê de hene. Her kes ji bo kevneşopiyên xwe bidin jiyîn komele ava kirine. Komeleya me jî tevî ku nû ye, hat naskirin. Xebatên me tên pîrozkirin. Bêguman tiştên li Şengalê hatin jiyîn, em li ser xebatan kurtir kirin. Em bi hev ve girêdan. Em nekarin biçi nwelat, lê qet nebe em li vir xwe birêxistin dikin û êşên xwe parve bikin.”
Xebatkarê Komeleyê Valud Tîtal bal kişand ser xebatên saziyê û got: “Komeleya me ne tenê ji Êzîdiyan re, ji hemû Kurdan re vekiriye. Em dixwazin yekîtiya xwe xurtir bikin. Em vê jî bi saya komeleyê dikin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî xebatan dide. Niha cihê me tine lê em hemû tên cihên xebata Siyabend û xebatê dimeşînin.”
Êzîdiyan nirxên xwe parastin
Xebatkarê saziyê Gago Seîd jî wiha got: “Kurdên Êzîdî tevî hemû zextan dest ji ola xwe bernedane û xwedî li kevneşopiyên xwe derketiye. Heta îro hatine. Ji 72 qirkirinan derbas bûne. Hineka bawer kir ku wê Êzîdî ola xwe biguherin. Lê niha bi berxwedana li Şengalê re, Êzîdî wisa hêsan dest ji ola xwe bernadin û teslîm nabin.”
Saîd bal kişand ser kampanyaya ji bo Kurdên Êzîdî hatiye destpêkirin û got: “Em dixwazin alîkarî bi awayekî xurt pêk bê. Ji bo vê plansazî hat kirin. Divê ne tenê kurdên Vlademîr, hemû Kurdên çar aliyê cîhanê alîkariyê bikin. Ev peywira me Kurdan e.”