Bernameya xurt a çandî
Komîteya amadekar a festîvalê bernameyeke xurt amade kiriye. Di çarçoveya bernameya festîvalê de Hunermendên weke Hesen Şerîf, Tahsîn Xidir, Sîlbûs û Tarî, Dilgêş, Dilovan Silêman Rengîn, Marget-Rêzan-Zozan wê bi stranên xwe derkevin pêşberî beşdaran. Wekî din qewl û beytên Êzdiyan wê werin gotin.
Banga beşdariyê
Êzdiyên li Almanyayê dijîn ketine nava heyecana festîvalê. Li her deverê xebatên xurt tên meşandin. Komîteya amadekar a festîvalê roja Yekşemê civîna xwe pêk anî û amadekariyên xwe di ber çavan re derbas kir. Komîteyê biryar da, ku hemû partî, sazî û dezgehên Kurdan dawetî festîvalê bike.
Komîteya amadekar di civîna xwe de girîngiya beşdariyeke xurt vegot û xwest her Êzîdî û dostên xwe tevlî festîvalê bibin.
Tê payîn ku bi hezaran Êzîdî û dostên xwe ji her devera Almanyayê tevlî festîvalê bibin.
Ji bo kesên dixwazin beşdarî festîvalê bibin navnîşana festîvalê ev e:
Hannover Congress Centrum
Theodor-Heuss-Platz 1-3
30175 Hannover
YENÎ OZGUR POLÎTÎKA/HANNOVER