Li ser çand û baweriya Êzîdiyan û Êzdayetiyê heta niha gelek nivîs û pirtûk hatine nivîsandin. Rojnameger û nivîskar Mazlum Ozdemîr jî di encama xebateke bi salan de pirtûkek lêkolînê ya bi navê “Civaka ku li hemberî fermanan li ber xwe dide: ÊZÎDΔ li ser civaka Êzîdiyan, Êzdayetiyê, çand, bawerî, serpêhatî, têkiliyên bi civakên din re, dîrok û mîtolojiya Êzîdiyan nivîsiye. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Belge ve hatiye çapkirin. Li ser vê xebata hanê rojnameger û nivîskar Mazlum Ozdemîr pirsên me bersivandin.


Em dibînin lêkolînên we yên derbarê Êzîdiyan û Êzdayetiyê de ji sala 2003’yan û şûn ve heye vê xebatê çawa dest pê kir û çima Êzîdî? 

Di civaka me de nêrînek li ser Êzîdiyan hebû. Pêşhukmek li hemberî Êzîdiyan hebû. Meraqa min jî derbarê Êzidiyan de hebû. Di sala 2003’yan de ji şerê Amerîka û yê Iraqê de ez çûm Başûrê Kurdistanê. Li wir naskirina min a Êzîdiyan baştir çêbû. Li wir min malbateke Êzîdî nas kir. Axaftinê malbatê li ser min hestiyariyek afirand. Min wê demê xwest li ser van pêşhukimên li hemberî Êzîdiyan ku di nav civaka Misilman de heye bikolim û wekî berhemekê çap bikim. Li herêmê bi salan min xebat kir. Çand, bawerî û ola Êzdayetiyê lêkolîn kir. Dîsa gelek çavkaniyên ku li ser Êzîdî û Êzdayetiyê de hatibûn nivîsîn, lêkolîn kir. Min xwest civaka Êzîdiyan bidim nasîn.


Dema em lê dinêrin xebateke ku beriya 12-13 salan hatiye destpêkirin lê we di dawiya sala 2015’an de bi dawî kir, çima ewqasî dereng ma?

Rast e xebateke ku bi salan hatiye kirin. Li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê li ser Êzîdiyan xebata min çêbû. Lê belê min derfet nedî ku ez wekî pirtûk binirxînim û çap bikim. Herî dawî ji doza çapemeniyê ya “KCK’ê” di 2011’an de ez hatim girtin. Di girtîgehê de jî xebatên min ên lêkolînî dewam kir. Girtîgeh ji bo li ser xebatên xwe lê hûr bibim bû derfet. Di girtîgehê de jî bi qasî salekê min lêkolîn kir. Heta niha gelek pirtûk û nivîs li ser Êzîdiyan hatine nivîsandin. Lê her kes li gorî xwe nêzîkî Êzîdî û Êzdayetiyê bûye. Min ev baş dît. 


Nêrîneke çawa?

Kesên ku li ser Êzîdiyan nivîsîne, yan bi nêrîneke oryantalîst nivîsîne yan jî ol, bawerî û neteweyekî pîroz nîşan dane. Ji ber vê yekê jî min xwest ne bi nerîneke oryantalîst ne jî nerîneke ku Êzdayetiyê pir mezin bidim nîşandan, bigirim dest. Her du nerîn jî şaş in. Rastî çi be, lazim e mirov bi vî rengî binirxîne. Bê guman hesasiyetên Êzidiyan min li ber çavan jî girtine. Li gorî min, hestyar tevgeriyame. 


Di xebatên xwe de we zehmetî kişandin yan na?

Civaka Êzîdî civakeke girtî ye. Di destpêkê de dema min dixwest agahiyan bigirin, min zehmetî dikişand. Lewra dibe ji ber nenaskirina min be. Piştre agahiyên ku min dixwestin bi min re parve dikirin.


We bi taybetî di vê berhema xwe de çi şîrove kiriye?

Li ser dîrok, erdnîgarî, ol, çand û baweriya Êzîdiyan, dîsa li ser têkiliyên bi civak û baweriyên din, komkujiyên ku rûbirû mane û encam û sedemên wan bi awayekî berfireh min nirxandine. Lewre min nexwest tenê li ser mijarekê û teng binivîsim. Pêwîstî bi xebatek wiha hebû.

Civaka êzîdiyan civakeke muhafazekar e. Her tim çand û baweriyên xwe parastine. Bêguman di warê çand û baweriyê de ji ol û baweriyên cuda mirov danûstendinê dibîne. Wekî hemû civak û baweriyên li Rojhilata Navîn. Êzîdî bi xwe Kurd in. Tu Êzîdî xwe ji bawerî û neteweyekî cuda nabîne. Hinekî dişibe Cihûyan. Bawerî û çanda ku herî nêzî Êzdayetiyê Şîa û Elewîtî ye. Dîsa mîtolojiyên Yarsaniyan û yên Êzîdiyan dişibin hev. Yanî em dikarin bêjin Êzîdî Elewî, Şîa, Yarsanî û Nastûriyan nêzî xwe dibînin, di warê çand û baweriyê de dişibin hev. Li aliyê din Êzîdiyên Şengalê hêj zêde muhafazakar in. Ên Laleşê hinekî din nerm in, ango hêj mirov dikare bi wan re nîqaşan bikin.


Piştî fermana 73’yan niha rewşa Êzîdiyan, ango fikr û ramanên wan çi ye?

Em dikarin bibêjin bi naskirina PKK’ê re ciuvaka Êzîdiyan guherî. Lewma PKK’ê bandorek mezin li ser Êzîdiyan kiriye. Heta niha civaka Êzîdî civakeke girtî bû. Tu carî xwe nexistine bin destê tu rejîm û hêzê. Ji dîrokê heta niha neketine bin kontrola tu dewlet û serdestan. Em dibînin di serdema Osmaniyan de jî leşker nedane Osmaniyan. Em vêya dikarin bi bîr û baweriya Êzdayetiyê ve girê bidin. Lê piştî fermana 73’yan û naskirina PKK’ê, Êzîdiyan jî dest bi rêxistina xwe kiriye. Hêzên xwe ava kirine. Lewre di êrîşa DAIŞ’ê de ji ber helwesta PDK’ê bi komkujiyê re rûbirû man. Niha ne bi rejîma Iraqê, ne jî bi PDK’ê baweriya xwe nîne. 


Ji bo siberojê çi projeyên ve hene?

Niha ez difikirim ku li ser Êzîdiyan û Êzdayetiyê wekî belgefîlmekê jî amade bikim. Lazim e di warê dîtbarî de jî ev çand û baweriya Êzîdiyan bidim nîşandan.  Lazim e herkes Êzîdiyan nas bike û bi pêşhukman nêz nebe. Lazim e neyên wêdekirin, lewre di hemû bawerî, çand û kevneşopiyên neteweyên li Rojhilata Navîn de çanda Êzîdiyan heye.


Mazlum Ozdemîr kî ye?

Mazlum Ozdemîr di sala 1979’an de li Amedê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Êlihê xwendiye. Sala 2001’ê di Rojnameya Gundemê de dest bi rojnamegeriyê dike. Sala 2002’yan derbasî Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) dibe. Li DÎHA’yê di beşa mafên mirovan û polîtîkayê de edîtoriyê dike. Sala 2003’yan di Xelatdayînên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe de xelata nûçeya herî baş werdigire. Heman salê ji ber şerê di navbera Amerîka û Iraqê de derbasî Başûrê Kurdistan û Iraqê dibe. Li wir bi salan xebatên rojnamegeriyê dike. Sala 2011’an  jî di encama operasyonên qirikina siyasî ya “Çapemeniya KCK’ê” de tê girtin û 31 mehan di girtîgehê de dimîne. Ozdemîr niha jî di DÎHA’yê de xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomîne. 


ZEYNEL BULUT/AMED