CAFER CAFO / ANHA / ŞEHBA
Êzîdiyên Efrînê yên li niha Şehbayê ne, Komeleya Êzidiyan a Efrînê li navçeya Til Rifetê ji nû ve vekirin.
Êzîdiyên li Efrînê piranî li gundên Qestel Cindo, Baflîn, Qetmê, Sînka, Kefercenê, Qîbar, Tirindê, Burcebdalo, Burcheyder, Basûfan, Beîya, Aska û navenda herêma Cindirêsê de dijîn. Li gundewarên Efrînê gelek pîrozgehên Êzîdiyan hene.
Bi destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, Êzîdiyên Efrînê jî para xwe ji zilma dagirkeran girtin. Gelek Êzîdiyên Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê derketin berê xwe dan Şehbayê. Êzîdiyên li Şehbayê ji bo parastina diyanet û rêûresmên xwe 3‘yê Mijdarê Komeleya Êzidiyên Efrînê ji nû ve li navçeya Til Rifet vekir.
Israr û berxwedan
Endama komeleyê Fula Şakiro têkildarî mijarê dibêje:”Vekirina vê navendê israr û berxwedana gelê Êzîdî û girêdana wan bi çand û baweriya xwe diyar dike.”
Hanan Nesro jî dibêje gelê Êzîdî di nava şert û mecên zehmet de ev navend vekirine û ew ê bi hemû keda xwe destekê bibin malbatên Êzîdî û hevjînên şehîdan.