
Êzîdiyên bajarê Hesekê doh berê xwe dan Çiyayên Şengalê û ber êvarî jî gihiştin armanca xwe.
Danê sibehê, bi sedan Êzîdiyên bajarê Hesekê ji bo piştgiriya gelê Şengalê û YBŞ/YJŞ`ê û şermezarkirina êrîşên çeteyên AKP û PDK`ê dijî Şengalê, berê xwe dan Şengalê.
Welatiyên Êzîdî alên YBŞ/YJŞʹê hildan û pankartên li ser wan nivîsandî ʺEm êrîşa AKP û çeteyên PDKʹê ya li dijî Şengalê şermezar dikin. Em piştgiriya berxwedana YBŞ/YJŞʹê dikinʺ hilgirtin.
Têkildarî serdana Şengalê, Endamê Mala Êzdî ya Hesekê Farûq Tozo got, armanca wan ew e ku piştgiriya xwe ya bi gelê Êzîdî re nîşan bidin û wiha dewam kir: ʺÇûna me ya Şengalê peyameke ji PDK û çeteyên wê re, em bi vê yekê ji wan re dibêjin, em êrîşên wan qebûl nakin. Em ê herin herêmên ku alozî lê heye û em ê piştgiriya xwe bi berxwedana Şengalê re nîşan bidin."
Berêvarê Êzîdiyên Hesekê gihîştin Çiyayên Şengalê. Çekdarên PDK û AKP`ê di 3`yê Adarê de êrişî bajarokê Xanesorê kir. Li wê herêmê alozî hîna dewam dike.
HESEKE / ŞENGAL