Wek tê zanîn komkujî û hovîtiya ku hêzên kevneperest li Kurdistanê pêktînin ji bo tevahiya Kurdên dinê bû sedema şîneke neteweyî. Li çar aliyên cîhanê Kurd û dostên wan ev demeke dirêj e li ser piyan in. Hêzên siyasî û leşkerî jî di nav de hema bigir her Kurd li dijî van êrîşan di nav tevgerê de ye. Kurdan heta niha gelek karesat û komkujî borandin, gelek caran hat bilêvkirin ku ev sedema hêsanî kûştina Kurdan a sereke tunebûna yekîtiyeke neteweyî ye.  Lê mixabin di vî warî de jî ti pêşketinên berbiçav deneketin holê.

Bûyerên dawî xuyaye ku li ser Kurdan bandoreke mezin hiştiye. Ji destpêka dagirkirina Şengalê û komkujiya Kurdên Êzîdî ve hêzên leşkerî û siyasî bi teybetî jî YPG û KCK ji bo parastina Şengalê û herêma başurê welêt ketin nav lebatê. Ev jî encamên erênî anî himatê. Di van kêliyên ku ev nivîs tê nivîsandin de gelek deverên Şengalê û Mexmûr jî di nav de ji destên kirêt hatine rizgarkirin. Ev pêngav jî dide nîşan ku dê Kurd ber bi yekîtiyeke xurt ve gavan bavêjin.
Herweha paytexta Almanya Berlîn jî yek ji qadên ku Kurd bi dengên bilind hawara xwe digihînine cîhanê ye.  Dawiya hefteyê Berlîn bi deng û dirûşmeyên berz ve hejiya. Kurd, Asurî, Alman, Tirkên pêşverû û gelek kesayetên cur bi cur li qada Hermanplatzê li hev kombûn. Hêj di destpêka çalakiyê de çend ji wan rûreşan xwestin tevliheviyê çêkin, lê Kurd amade bûn, vê carê jî tedbîrên ewlekariyê bi xurtî hatibûne girtin, ew kes jî bûn armanca hêrsa gel û hatine bêbandor kirin.
Me jî xwest em çend dîmen û nêrînên balkêş ji çalakiya Kurdan a li dijî kevneperetiya hovane ji bo we ragihînin, em binêrin ka ev karesat li ser Kurdan çî hîştiye? Gelo derûniyeke hevpar a gelperwerî kemiliye yan na?

Tabloyeke Kurdistanî
Destpêkê me mikrofona xwe dirêjê yek ji xebatkar û sazkarên partiya yekîtiya demokrat PYD a li Berlînê Shêrwan Ebdulmecîd kir. Ebdulmecîd ku ev demeke dirêj e wek nûnerê PYD ê li Berlînê kar dike derbarê geşedanên dawî de ev agahî dan: Beriya heftêyekê ango li dû bûyerên Şengalê me bangek kir û me tevahiya partîyên Kurdistanî anîn cem hevdu. Civîneke awarte çêbû, di nav de PYD, ENKS, MGRK, NAVDEM, PDK, YNK, GORAN, Komeleyên civaka sivîl yên bijîşkan, sazî û komeleyên jinên Kurd û wd beşdar bûn. Biryara komîteyeke hevpar derket. Ji wê demê ve tevahiya çalakiyên ku li Berlînê çêdibin ev komîte bi rê ve dibe.  Ev cara yekem e wiha pirengî û girseyeke gewre li hev kom dibe,  pêşketineke mezin e. di pêş de jî emê hewl bidin ku vê tabloyê biparêzin û li çalakiyên pircure berdewam bikin.
Di dema ku me guhdariya nûnerê PYD ê dikir de dengê yek ji endamên KNK ê û kesayeteke navdar ê êzdiyan Mecît Hasso ji ser dikê bilind dibû:‘Hevalno rê bidin min, rê bidin da ku ez ji wer e behsa lehengiyê bikim, da ku ez ji wer e behsa serbilindiyê bikim, da ku ez hezaran silav ji şervan û şoreşgerên YPG ê û gerîlayên PKK ê re bişînim. Da ku ez silavan ji bo pêşmergeyên cangorî re bişînim. Ev mizginiyeke xweş e ku dinya dibêje Kurdan Şengal rizgar kir, bê alîkariya ti kesî Kurdan ev bi yekîtî û hêza xwe ve kir. PKK ji çiyayê Qendîlê daket, niha li her derê Şengalê belav bûne, li Mexmûrê şerên giran heye. YPG, HPG û pêşmerge mil bi mil in, ev rûpeleke nû ye hevalno. Ew bûyera revê ne ya tevahiya pêşmergeyan e, di nav wan de jî tirsonek û xapînok hebûn. Em helwestên wan pêşmergeyan li Şengalê şermezar dikin. Lê em heta dawiyê bi Kurdistanê re ne, em Êzîdî Kurd in helbet em  Kurdên resen in, em baweriya xwe xera nakin. Em Êzîdî heta dawiyê jî PKK ne, YPG ne û pêşmergene jî…em Kurdistanî ne, êzîdxan dilê Kurdistanê ye.

Mele Evdirrehîm: Ez jî îro Êzîdî me
Li dû wan jî dengê mele Evdirrehîm bilind bû:‘Ez sond dixwim ku hîç têkiliya van kesan bi Hz. Mihemmed, Quran û bi ola îslamê re nîne. Xweda xwedayê alemê ye. Ez îro wekî meleyekî Kurd ji dil û can dibêjim ku ez jî îro êzîdî me, zerdeştî me, ez namûsê diparêzim, 5 hezar jinên têne firotan wana diparêzim, zarokên bi saxî têne binaxkirin diparêzim, kudîtî û Êzîdîtî îro ev e, asuriyan û tevahiya miletên li ser axa welêt diparêzim. Kesên misilman divêt hişyar bin, alîkariya gelê xwe bikin, PYD, PKK û pêşmerge dibin yek ev gopala Mûsa ye, bi vê sond dixwim ku. ez di vî temenê de jî amade me biçim şerî. Bi mal, bi can û bi ewladê xwe ve jî amade me. Kesên ku ji dil îslamî ne, mislman in bila xwe nêzîkê şervanên azadiyê bikin. Rêya rasteqînî ya roja me ev e. herwiha jî nûnerên asurî û hevalbendên kudan yên tirk jî peyamên xwe didin. Gava parçeyên ji rengên cihên digihijine hevdu tabloyeke giranuha dedikeve holê, êdî gel bi dengê bilind daxwaza yekîtiyê dike. Yekîtî li Rojava, yekîtî li Başûr, yekbûn li tevahiya Kurdistanê….



YEKO ARDIL/BERLÎN