Gava ku dadgehê biryara sûcdar ji filmçêker Harvey Weinstein da, yek ji mexdûrên wî aktrîst Mira Sorvino pêşî kur kir girî. Sedema giriyê wê kêfxweşiya wê bû. Ew dêwê filmçêkeriyê Harvey Weinstein wê bê ceza ji vê dinya gewrik bar nekira. Helbet ew gelekî pê êşiya ku ji pirraniya sûcên giran Weinstein beraet kir: du êrişên bi armanca destavêtinê. Lê belê biryara juriyên ku ji 6 jinên wêrek ên ku li dijî Weinstein îfade dan û ew sûcdar kirin, bêhna van jinan anî ber wan.
Aktirîst Mira Sorvino ji bo wî got, “Harvey Weinstein weke xewnereşkekê xwe bera bi ser jiyanê me da, gelekî piştî wê tişta ku wî serê pêşî bi me kir jî, vê dewam kir. Lê êdî di dawiyê de me ev hêza xwe ji nû ve wergirt. Me ew necisiya wî li wî eşkere kir, ji dinyayê re got. Ew ê di hepsê de, çawa ku heqê wî ye, biriz û em ê jî karibin êdî dest pê bikin vê bûyerê hinekî li pey xwe bihêlin.”
Herçî Zoe Brock e ku ew jî bûbû mexdûra destavêtina Weinstein, êdî ti gotin nebûn ku barsivikiya dilê wê îfade bikin: “Min xwe ji encama herî xirab re amade kiribû. Ji ber ku herçî mexdûrên êrişên cinsî ne, her ya her xirab diqewime. Tirsa min bû ew vegere heta xelata Oscarê ji nû ve wergire. Lê ev ê neqewime. Weke tecawuzkar Harvey Weinstein hat cezakirin û niha ew di hepsê de ye. Ez gelekî kêfxweş im ji ber vê.”
Di encama tevgera #MeToo de giliyê Weinstein hatibû kirin. Weinstein di bûyereke destavêtinê ya 2013´an û di yeka din a 2006´an de sûcdar hat dîtin. Cezayê ku lê dikare bê birrîn herî zede 25 sal in. Heger ji ber êrişê bihata cezakirin, wê ev ceza muebed bûna.
Catlin Dulany jî ji mexdûrên wî ye, Wê jî got, “Me bi rastî bi vê hêvî kir em dinyayê biguherin. Biryara îro nîşaneke wê yekê ye ku em li rêya rast in. Weke ku ezman ji nû ve heşîn bûbe.”
Li gorî texmînan qederê 80 mexdûrên Weinstein hebûne. Weinstein ê ku niha ji ber nexweşiyê derman dibe, wê bikeve hepsê. Parêzerên wî diyar dikin ku ew ê li ber biryarê rabin, lê baweriya juriyê ya bi sûcdariya wî şansê wî pirr kêm dike.
NAVENDA NÛÇEYAN