Di dîroka Rojava de ev cara yekemîn e (2011) ku rêveberî dikeve destê Kurdan û hêzek eskerî ya parastinê ku deriyê wê li pêşiya her kesî vekirîye, tê avakirin. Sazî û dezgeh li gorî qanûna Xweseriyê hatin damezrandin. Li Rojava hewayek xweş peydabû. Gelê Kurd û pêkhateyên din xwe birêkxsitin kirin û xwestin derî li pêşiya komên çekdar bigrin. Lê dewleta Tirk li ser kar bû. Hikûmeta AKP’ê pêwendî bi aliyên Kurd û Ereb yên kantona Cezîrê re danîn û xwest wan li dijî Xweseriyê û YPG birêkxistin bike. Van aliyan di destpêka sala 2013’an de êrîş birin ser bajarê Serêkaniyê û xwestin Kurdan  ji wir der bi der bikin. YPG ku hîna nû bû, li dijî vê dagirkeriyê derket û piştî berxwedanek qehremanî dikarîbû van çeteyan ji Serêkaniyê derbixe.


YPG di van mehên dawî de gihîşt asta herî bilind

Destwerdana dewleta Tirk di kar û barê Rojava de li vir nesekinî û bi dawî nehat, lê her ku çû zêdetir bû. AKP bi riya DAIŞ hewl da ku her 3 kantonên Rojava bike meydana şer û li wir nerihetiyekê durust bike. Di warê siyasî de bi riya muxalefeta nijadperest ya girêdayî istixbaratê Tirk û di warê eskerî de bi riya çeteyên DAIŞ’ê AKP’ê xwest pişta Rojava û YPG bide erdê. Me ev şerê qirêj li Kobanê dît. AKP’ê heta vê kêlîkê jî, hewl dide Rojava bike gola xwînê. Vê dawiyê bi riya DAIŞ‘ê komkujiyek li Pîrsûsê jî pêkanî.

Ezmûna Rojava her ku diçe xurt û berfireh dibe. Pêkhatî ji Ereb û Suryaniyan beşdar dibin û hêviyên xwe tenê bi vê ezmûnê girêdidin. Jixwe beşdarbûna ciwanên Ereb û pêkhatiyên din ya nava refên YPG di van mehên dawî de gihîşt asta herî bilind. Her roj beşên civakên Rojava beşdarî nava rêveberî û xweseriyê dibin. Ev cihê kêfxwşiyê ye. Jixwe di asta navnetewî de jî Rojava bûye mînaka herî serkeftî li dijî terorê. Rojava di nava deriya xwînê rêveberiyek xweser avakiriye û mafên her kesî gerentî kiriye. Jixwe mafê jinê û pêşengtiya YPJ diyar e. Ji bo şoreşgeran YPG jî bûye mînak û hêvî. Em dibînin ku bi sedan şoreşger ji tevahiya cîhanê berê xwe didin Rojava da ku li wir li dijî terorê şer bikin.


Hêzên Kurd li başûr divê alîkar bin

Rojava niha bi sedhezar welatiyên Sûriyeye yên ji ber şer reviyane, vedihewîne. Sazî û dezgehên xwe demokratîze dike. Rê dide hemû pêkhateyan ku beşdarî rêveberî û parastinê bibin. Têkiliyan bi welatên derve re ava dike û her roj pêşwaziya berpirsên welatên biyanî dike. Lê divê ev tecrube ji aliyê gelê Kurd ve li beşên din yên Kurdistanê were destekdayin. Bi taybet partî û hêzên Kurd li başûr divê alîkar bin. Mixabin hin alî ji ber têkilyên bi AKP’ê re astengiyan derdixin. Vê siyaseta ne berpirsyar zirarek mezin li Rojava kir. Divê ev siyaset were guhertin.

Di warê têkilyên bi hêzên demokrat yên Sûriyeye jî gavên baş tên avêtin. Niha rêveberiya Rojava hewl dide hemû hêzên demokrat bîne Qamişlo û li wir civînekê ji wan re saz bike. Ev gavek girîng e. Divê Rojava rola xwe ya çareserkirina pirsa li Sûriyeyê bilîze. Jixwe rê li pêşiya hemû hêzên muxalefetê vekiriye ku li xwe vegerin û dev ji xizmetkariya AKP’ê berdin. Bi taybet ji ENKS jî tê xwestin ku dev ji xizmetkariya AKP’ê û komên çekdar yên girêdayî wê berde û li gelê xwe vegere. Hêviyên bi derve girêdayî tu encaman bidest naxin.

Rojava cihê xwe digre. Di asta heremî û navnetewî de tê naskirin. Ji bo gelê Sûriyeye jî dibe hêvî û hêz. Divê ev ezmûn were parastin.  


NEWAF XELÎL