Piraniya muxalefeta Sûriyeyê ji bilî ya ku li Stenbolê hate avakirin ji destpêkê de dixwazin biriyên aştyane ev alozî bidawî bibe û li ser bingeha destûreke nû ku maf û azadiyan misoger dike diyalog were pêşxistin. Lê hin aliyên wekî Konseya Netewî ya Stebolê bi serokatiya Burhan Xelyum slogana rûxandina rejîmê dan pêş û li gorî armanc û daxwazên hikûmeta AKP tevgeryan.
Li gorî aghahiyên ji Sûriyeyê 15 leşkerên artêşa Sûriyeyê bi destê leşkerên ji artêşê veqetyayî yên ku navê artêşa azadiyê li xwe dikin hatine kuştin. Di encama avêtina bombeyekê de 7 leşker li Hemayê hatin kuştin. Her wiha di êrîşeke din de li Hemayê 8 leşkerên din jî hatin kuştin.
Bajarên Hema û Humsê di bin dorpêçkirina leşkerên Sûriyeyê de ne û leşkerên veqetyayî hewl didin ku riyekê ji derketina sivîlên birîndar an jî yên mecbûrî derketinê re bibînin.
Her wiha komeke çekdar ku nayê zanîn kî ne êrîş birine ser şirketekê û 11 karkerên wê kuştine. Roja çarşemê jî 8 sivîl bi guleyên ewlekariya Sûriyeyê hatibûn kuştin.

Pêşniyara Ereban erê kir 

Serokwezîrê Qeterê Hemed Bin Casim di dawiya civîna wezîrên derve ên welatên ereban de daxuyand ku Sûriyeyê pêşinyarên wan ên ji bo dawîanîna li aloziya Sûriyeyê qebûl kiriye.  Hemed Bin Casim got ku Sûriyeyê pejirandiye ku hemû tundiyê rawestîne, artêşê ji bajaran bikişîne û dest bi konferanseke diyaloga netewî bike ku hemû reng û dengên Sûriyeyê di nava xwe de bihewîne.
Her wiha di pêşinyar, an jî plana welatên ereb a ji bo çareseriyê de serbestberdana hemû girtiyên siyasî jî heye û bajar û kolanên bajaran ji çekan were xalî kirin her wiha destûrê bidin çapemeniya cîhanê ku bi azadî li her deverê Sûriyeyê bikaribin bigerin û nûçeyan bişopînin.
Dê lijneya wezîran de dê têklî û diyaloga xwe ya bi hikûmeta Sûriyeyê re berdewam bike û di nava 2 hefteyan de amadekariya lidarxistina Konferansa Diyaloga Netewî amade bike.
Di roja yekemîn a piştî pejirandina plana wezîrên ereb li gorî çavkaniyên ji Humsê li vî bajarî 3 kesên sivîl bi guleyên hêzên ewlekariya Sûriyeyê hatine kuştin. Tevliheviya mezin di vir de êdî dê çawa bê zanîn gelo ew kes ji alî hêzên dewletê ve an jî ji alî hin muxalifên ku diyalogê napejirînin ve hatiye kirin. Lewra pêwîste ku hikûmet pêşiya sazî û dezgehên çapemenî û ragihandinê veke da ku agahî ne ji ajansa dewletê an jî ji devê kesên sivîl were girtin.

265 zarok hatine kuştin 
Li gorî agahiyên malpera ku xwe weke “bingeha agahiyên şehîdên şoreşa Sûriyê” dide nasîn, navê hemû kuştiyan dide û wan li gor regez, temen, bajar û dîroka kuştinê rêz dike, herwiha wêne û dîmenên video yên gelekan ji wan li xwe digire.
Îstatîskên vê malperê didin xuyakirin ku hejmara zarokên kuştî gihiştiye 265 zarokan, ku hejmareke mezin e li gor hejmarên ku saziyên mafên mirovan di dema borî de ragihandibûn.  Çavkaniyên mafperwer dibêjin ev hejmara zêde ya kuştiyan ji aliyê xwepêşanderan, hevdem e ligel qedexeyeke medyatîk ku rêjîma Sûriyeyê peyrew dike derbarê hejmara kuştiyan di nav hêzên artêş û ewlehiyê yên Sûriyê de.
Rêveberê navenda sûrî ya mafên mirovan Ramî Ebdulrehman, berî demekê rêjîma Sûriyeyê gunehbar kiribû bi veşartina hejmara kuştiyên hêzên ewlehiyê ku hejmara wan zêde bû di dema dawî de bi zêdebûna pevçûnan ligel artêşa Sûriyê ya azad re. n ŞAM