Murat Şahîn serokê rêxistian lobiyê ya AKP´ê ya li Ewrûpa UETD´yê ye û pêr bi şev fabrîkaya wî ya goşt a li bajarê Swîsreyê Bucktenê şewitî. Komeke înternasyonalîst berpirsiyarî girte ser xwe û got, Şahîn ji bo AKP´ê li Swîsreyê xelk bi rêxistin dikir û heta gumaneke xurt heye ku wî xelk ji bo dewleta Tirk li Swîsreyê dişopand û karê sîxuriyê bi rêxistin dikir. Komê îdîa kir ku têkiliya Murat Şahîn ê AKP´yî bi îstîxbarat Tirk MÎT´ê re jî hebûye. Komê wekî din got, ew ê li Swîsre, li Rojava, li Tirkiye û li deverên din jî piştgiriya xwe ya înternasyonalîst li dijî faşîzma dewleta Tirk nîşan bidin. ”

 

BERN