DILSOZ DILDAR / ANHA/ HESEKÊ
Piştî rawestandina ji ber zirarên ku ji ber topbarana hêzên rêjîmê gihaştin fabrîkeya çirçira pembû, niha fabrîke li bajarê Hesekê ji bo pêşwazîkirin û vepirandina pembû hazir e. Fabrîkeya ku dikare 82 hezar ton pembû veçirîne, niha wê bi kapasîteya rojane 50 tonî bixebite.
Endamê rêveber ê fabrîkeyê Raman Abdulxefûr got: “Me, bi hevkariya belênderên xwedî tecrûbe, destpêka Tebaxa 2017’an fabrîkeya çirçira pembû tamîr kir. Di destpêka vê salê de me amadekariyên xwe bi dawî kirin û niha em dikarin bibêjin ku fabrîke ji warê fenî vee amade ye.”
Test serketî bû
Rêveberiya fabrîkeya çirçira pembû di Gulanê de bi awayekî ezmûnî mekîneyên vepirandinê xebitandin. Ji bo testkirina amadekariya alavên vepirandinê, 30 ton pembû di alavan re hat derbas kirin. Hasil ev test jî serketî bûye. Çav li rêye ku destpêka Cotmehê, fabrîke pembû ji cotyaran wergire.