Di ser wefata dengbêj Fadilê Cizîrê re salek derbas bû. Niha Şaredariya Cizîrê di salvegera wefata wî de bi çalakiyekê wî bi bîr tîne.
Li gorî bernameya ku şaredariya Cizîrêli amade kiriye, îro (2’yê Tebaxê) saet 20.30´î li Dengbêjxaneya Şaredariya Cizîrê, dê Fadil Cizîrî bê bibîranîn. Dengbêjên Botanê dê beşdarî bernameyê bibin û kilaman bibêjin. Her kesê/a bixwaze ji bo temaşekirinê dikare beşdarî bernameyê bibe.
Dengbêj Fadilê Cizîrî, par 25’ê Tîrmehê ji ber nexweşiya parkinsonê wefat kiribû.
ŞIRNEX