Endamên FARC’ê yên jin bi daxuyaniyekê tecrîda li Îmraliyê ya li dijî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rûreş kir û çalakiya Leyla Guven silav kir. Di daxuyaniyê de ji bo berdana Guven bang hate kirin û hate xwestin ku danûstandinên aştiyê ji nû ve dest pê bikin. FARC’ê tecrîdkirina Ocalan weke kiryareke li dijî mirovahiyê bi nav kir û xwest, tecrîd bi dawî bibe.
FARC’ê di dawî de got, “Em piştgiriya greva birçîbûnê dikin.
FARC’ê, piştî têkoşîna 50 salî ya li Kolombiyayê, derbasî nava meydana sivîl û siyasetê bû û navê “Hêza Şoreşger a Alternatîf a Gel” li xwe kir.
BOGOTA