Îro li sê parçeyên Kurdistanê; li Bakur, Başûr û Rojava pêşketinên dîrokî têne jiyîn. Eger Kurd û organîzasyonên siyasî yên Kurd rewşê baş binirxînin û bi perspektîfeke gorî yekîtiya Kurdan û berjewendiya xelkên Kurdistanî giştan tevbigerin; ne tenê li parçeyekî, li her çar parçeyên Kurdistanê kilîta deriyê statûya siyasî ya Kurdan dê bê bidestxistin…

Li Bakur berxwedana navçeyên ku ’xweserî’ îlan kirine, her diçe gurtir dibe. Ev du hefte ne Farqîn a Amedê li dijî êrîşên hov ên arteş û asayîşa Tirk li ber xwe dide. Ciwanên Farqînê li hember tank, top û hêlîkopterên arteş û asayîşa Tirk tenê bi baweriya jiyaneke azad û serbixwe, xelk û navçeya xwe diparêzin. Dewlet li Farqîn û navçeyên din ên ku xweserî îlan kirine, her cûre zilm û hovîtî xistiye meriyetê; bajar têne wêrankirin, kesên sivîl têne kuştin. Bi her awayî nîşane derketine holê ku li Bakur ji bo Kurdan û di têkîliya Kurdan a bi dewleta Tirk de, serdemeke nû hatiye destpêkirin…

Li Başûr hêzên Kurdî (HPG/YJA-Star, YBŞ û Pêşmerge) bi hev re dest bi operasyona rizgarkirina Şengalê kirin û di nava du-sê rojan de navenda bajêr ji destê DAÎŞ’ê rizgar kirin. Her Kurd bi pêşketinan şa dibe lê di vir de helwesta rêveberiya Başûr balê dikşîne. Çapemeniya girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) di nûçeyên derbarê operasyonê de qet bahsa HPG/YJA-Star û YBŞ’ê nake û tenê wek operasyoneke pêşmerge dide nîşandan. Xelk û alem gişt dizane; kî li ber DAÎŞ’ê reviyayê û Kurdên Şengalê avetine himbêza wan hovan û kî ji bo xelkê me yê Êzîdî li ber xwe daye!.. Mirov dikane vê helwestê wek neyînî, bêxêrî û li dijî yekîtiya netewî binirxîne. Halbûkî rewşa îro hemû rêxistinên Kurdî mecbûr dihêle; ku li şûna mêzekirina destê neyaran, him bi vegotin û him jî bi pratîkê, xizmetî yekîtiyê bikin… 

Li gel van pêşketinên li Bakur û Başûr; herwiha li Rojava jî pêngavên dîrokî têne avêtin. Hêzên hevpar ên Kurd û yên Ereb û Asûrî bi navê Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) li rojhilat û başûrê Hasekê ev du hefte ne operasyoneke hevpar pêk tînin. Heta niha bi sedan gund hatine rizgarkirin û bajaroka Holê jî hatiye dorpêçkirin. Bi vê operasyonê him cografya Kurdan a Başûr û Rojava bi hev re tê girêdan û him jî rêyên DAÎŞ’ê yên di navbera Iraq û Sûriyê têne birrîn.

Hêviya Kurdan a li her beşan û cografya Kurdan bi hevdu re tê girêdan. Kurd pêvajoyê bi vîn û hêza xwe û bi hostatiyeke dîplomatîk pêşdixin û gav bi gav ber bi xwedîstatûbûnê ve dimeşin. Li gel vê yekê; wek mînaka li Rojava, ji bo nexweşiyên li Rojhilata Navîn ên wek nijadperestî û mezhepperestiyê re jî reçeteyê nîşan didin.

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik çend roj berê bang li hemû rêxistinên Kurd kir ku ji bo Şengalê hêzeke hevpar bê organîzekirin. Herwiha KCK’ê berê jî banga civîna Kongreya Neteweyî û avakirina Arteşa Neteweyî kiribû…

Lê wer xuya ye; hê jî hinek rêxistin naxwazin xwe ji nexweşiyên kevin rizgar bikin û ji van bangên yekîtiyê re guhên xwe digirin. Ev jî ji êrîşên neyaran re zemînê ava dike û hêza Kurdan jî lewaztir dike…

Halbûkî ta 78 sal berê Seyîd Riza yê Dêrsimî, Kurd gişt hişyar kiribûn ku bi neyaran bawer nekin û yekîtiya xwe ava bikin. Her wiha; wê çaxê (1937-38) di despêkê de eşîrên ku çekên xwe teslîm kirin û gorî daxwaziya serdestên Tirk tevgeriyan; jin, kal, pîr, zar û zêç bi giştî hatibûn kuştin…

Ruhê Seyîd Riza îro li Farqîn, Şengal û Rojava digere û wekî ku Kurdan dîsa hişyar bike, vegotina xwe ya dîrokî ya li sêdarê cardin dûbare dike: “Min nekanî li hember derew û fendên we (neyar) li ber xwe bidim, ew ji min re bû derd; lê min çok li ber we qet dananî erdê, bila ew jî bi we re bibe derd…“