Stranbêj Farqîn Azad û komek hunermendên Farqînê bi armanca danasîna cihên girîng û dîrokî yên Farqînê û şexsiyetên girîng en Farqînî projeyeke kolektîf bi navê “Farqîna me" amade kirin û li ser YouTube belav kirin. Projeyê cih daye gelek wêne û dîmenên Farqînê û şexsiyetên girîng. Ji siyasetvan, nivîskar, hunermend, rewşenbîr, seyda, şoreşgeran heta bi govendgêr û dînên Farqînê di nava dîmen û wêneyan de cih digirin. Keleha Zembîlfiroş, Kaniya Mezin, Şikeftên Hesûnê, Minara Qot û Pira Malabadê nehatine jibîrkirin. Deng û stranên stranbêjên Farqînî yên wek Hozan Şiyar, dengbêj Salihê Beynatê, Dengbêj Feyzî, hunermend Salih Dargin di vîdeoyê de hene. Derhênêrê projeyê Farqîn Azad û komek hunermendên ciwan jî strana “Zembîlfiroş” distrên. Nivîskar Dilawer Zeraq helbesteke xwe ya li ser Farqînê dixwîne û zimanzan Zana Farqînî jî helbesta “Zembîlfiroş” dixwîne. Di dawiya projeyê de jî stranbêj strana “Kaniya Mezin” a dengbêj Mahmût Kizil dibêjin. Stranbêj Farqîn Azad malavahiya her kesê di ber projeyê de westiyayî dike. Farqîn Azad wekî din dibêje, heke derfetên wan çêbin ew ê siberojê projeyeke berfirehtir li ser Farqîna kevn û Farqîna nû çêkin. AMED