Her lîder, pêşî û paşî, « aqil» li ber çavan digire, ev jî tê wateya «hiqûq û demokrasiyê».
Lê diktator û faşîstê me, wek her dikttaor û faşîstê li serê gelan bûne bela, bi mikûsekî tirş û tal, bi tivêlek rûdên gums xezebê belav dike.
Gotina «faşîstê me» balkêş nebînin. Çend demûdewran in, çend nifş in, Kurd ji diktator û faşîstan rizgar nebûne. Kurd û zaptiye, Kurd û cendirme, Kurd û tanq û top, Kurd û balafir, Kurd û wêranî, Kurd û talanî, kurd û qirkirin, Kurd û koçberî di zikhev de jiyane.
Her diktator û faşîstê Kurdan,” koroyên dojehê” avakirine…Lewra gotina “faşîstê me” seyr û balkêş nebînin. Diktatoriya me, di qesra pênc stêrikî de ala faşîzmê dibalivîne. Û ligel CHPê û MHPê bûne “reqik û maşota” di dara demokrasî de; reqiq xwîna gelan dimerêze, maşot jî bedena gelan dikurisîne.
Muxalafet û desthilatdarî, tilbêtên hev in, bi rakirina destnedana parlamenterên HDPê jî, hevkariya faşîzan nîşan dan. Parlamenterên demokrat, pêşverû, Kurd û ne Kurd, di nava CHPê de jî bûne payendekên faşîzmê. Bi bedenek qirêj, aqilekî evnikî haraket kirin.
Diktatorê me, Dadgeha Destura Bingehîn nasnekir. Ev redkirina demokrasî û parlamentoye û hwd.Faşîstê me, Mutabaqata Dolmabahçe red kir. Ev redkirina dewletê û exlaqê siyasî ye û hwd.
Dijminatiya demokrasî: Eger qesr bibe ol, eger qesr bibe zimanê her kesî, eger qesr bibê şerîeta her kesî, ev her kes, ji cîhanê dûr dikevin û di riya şikefta yobazîzmê de dibezin. Demjiyana talan û sergerdetiyê dest pê dike.
Diktatorê me jî, netewe-Tirk jî kiriye ser vê riyê û “deh” dike, “ço” dike û ber bi yobazîzmê dibezîne.
Faşîstê me, zirr xeşîm e, tenê ji “xişxişî xencer” û “xurfanî û gurm gurma” topan fêm dike. Lêêêê qirawatê jî girêdide. Qirawata faşsîtê me, geh apoleta leşkerî ye, geh “baton”a destê maestro-şefê orkestra ye û “koroyên dojehê” dike nava haraketê.
Balzac di romana Gambara de, behsa « koroyên dojehê » dike û dibêje, « ji koroya dojehê rezalet û bêhêvîtî dibare. » Li Tirkiyê ji vê rewşê cûdatir tiştek nine.
Faşîst û diktatorê me, zirr xeşîm e, lê ji her tiştî fêm dike; geh hiquqnas e, geh sosyolog e, geh psîkolog e, geh dîrokzan e, geh hunermend e, geh rojnamevan e, geh rector e, dozger e, dadger e, û hwd. Lê aqil nine!... Ne li pêş û ne jî li paş, lilleeh nîne!...
Lê zerafeta wî jî heye, qirawat!... Qirawat sembola modernîtê û şaristaniya rojava ye. Faşîstê me dijminê Rojava ye, lê evîndarê qirawatê ye…
Diktatorê me, hej ji Ewropa, hej ji demokrasî û şaristaniyê, hej ji hiquq, ji edaletê nake. Kevneşopiya hemû gelan, kultur, bermayiyên dîrokî tune dike. Evîndarê ecdadan e!... Yanî « sêva sor » , yanî talan û dagirkerî!... Yanî hevkariya çeteyan… Bizatihî serokê çeteyan e!...Faşîstê me hevalê Zerab e, qesra wî jî, çavkaniya esfel-I safilîn e. Lê ferat e û çavkaniya « qarûnkirin »a malbata xwe ye.
Sembola modernîtê û şaristaniyê qirawat, (Kekê Musa digot, gergunk) di stuwê diktatorê me de, amurek e û bikêrî gelek tiştan tê.
Faşîstê me, xwe lîderê cîhana îslamî dibîne û qrawat-gergunk di ola îslamê de guneh e!.. Li Siudî Arabya, li Îrana Şîî qrawat nine!...
Diktatorê me, ji berdêla şaşika kesk, qirawata kesk girêdide. Ev jî sembola bikaranîna şerîeta li derî şerîetê ye. Ji berdêla batona- şivika destê şefê orkestra (maestro), qrawatê bikar tine: “Koroyên dojehê” di nava ritmek, û bi yek tempoyê dike nava haraketê.
Faşîstê me eylulîst e, lewma dozgerên taybet, dadgerên taybet û buroyên taybet yên li dijî terorê vava kirine. Qeyuman amade dike. Wek her diktatorî teror, şer, kuştin, xwîn, wêrankirin, qirkirinê ji bo xwe mubah, ji bo her kesî suc dibîne.
Qirawat jî mirov zanist, têgihiştî nake. Mirov zirr xeşîm be, hingî qirawat, bi gotina Kekê Musa dibe gergunk.Faşîstê me peykerên hunerî wek ucube bi nav dike, lê di pêpelûkên qesrê de peykerên palyaço rêz dike… Diktatorê me, feylesofan, rewşenbîran, rojnamevanan, nivîskaran nezan û xeşîm dibîne. Dema behsa “aqil” dikin, diavêje zindanan. Faşîstê me ne normal e, wek her faşîstî dijminê zanist û afirandinê ye. Diktatorê me xeşîm û nezan e, wek her diktatorî dijminê pirtûkan û aqil e. Ji ber vê jî, ampula dictator û faşîstê me, her diçe korîk dibe û tefandin gelekî nêzîk e.