Hunerê kolanan beriya weke huner xwe bi pêş bixe, bêhtir protestoyek bû. Bi nivîsan, paşê bi nivîsên hunandî, levbadayî û kalîografiyeke taybet, paşê bi wêne û dîzaynên taybet bi kolanan û dîwaran. Lê di ruhê vî hunerî de her kolan û protesto hebû. Liberrabûneke civakî ya xurt. Ji ber wê jî em li ser dîwarên li Îrlanda, Welatê Baskê, Katalanya, Kurdistanê, li ser dîwarên li banliyoyên Parîs, Berlîn, Stockholm, Madrîd û gelek partextên din ûn dinyayê û nexasim jî li Emerîkaya Latîn berhemên vî hunerî dibînin û ku para bêhtir di çarçoveya protestoyê de hîna jî dikarin bên nirxandin. Helbet bazara kapîtalîst weke hertiştî berhemên vî hunerî jî kirin meta. Bi her halî çi weke meta çi jî weke berhemên hunerî yên serîrakirinê, hin ji van berheman payamên xurt li her derî didin her kesî. Çawa ku ev mînaka jor jî nîşan dide: Li bin Hitlerekî bi dermancê xwe dikuje, dinivîse, “Bidin dûv serekê xwe!” Ev peyam di çarçoveya dijminatiya koçberan a li Ewrûpayê de hatiye dayîn ku xurtiya vê sêwirandina hunerî xurttir dike.


NAVENDA NÛÇEYAN