Faşîzm ne tenê encameke koteka serkariya finans kapîtalê ye. Hemû bîrdozên zîşt, dogmatîk, nijatperest, fetîşîzma baweriya kor di naveroka xwe de werdigire. Gelek form û awayê wê  û sebebên wê hene. Vê forma faşîzmê rastiya xwe li Ewropê di kesayetiya faşîzma Hîtler de bi zelalî nîşan da.

Li Rojhilata navîn tu pergelên serkariyan, pêşketinên aborî û siyasî naşibe form û wateyên ewropiyan, di her warî de cuda ye, bê rêbaz, bê hiqûk, di nava xeftanê xwedayî de bêwîjdan e. Lema di lîteratûra polîtîkayê de têgînek ji bo wê tune. Di warê wêjeyê de ev bi awayekî oryentalîzmê derkeve pêş jî, tu rêgez û hîmeke rastiya wan di nava lîteratûra polîtîkayê de şiroveke nîne. Kemalîzm, Baasîzm, Ayetullaîzim, mafyatî û îslamiya selefî û wahabiyan tev de ev rengê faşîzmê yê qirêj, yên bê rêgez û bê pergal in. Di giştan de dîktatoriya kesekî di dilqê wekîlê xwedê de derdikeve pêş. Hiquq, maf û ferman tev de bi navê xwedê li ser zimanê dîktator e. Referenz jî hovitî û cinawiriyên 1400 sal berê ne.

Faşîzma Erdoganîst-AKP yî hê qirêjiya van qirêjiyan e, zîştî û bêbextiya van bêbextiyan e, sextekariya van sextekariyan e. Ev faşîzma Erdoganîst wisa xwebaqilê kêmaqil e, bê ku hay ji xwe hebe, xwe dide dest (îslamîst ji ber ku qaşo bi navê Allah tevdigerin, xwe baqil, xwedayî û cihanê jî ehmeq dibînin.)

Tenê bi vê namînin, faşizma li gor lîteratûra polîtîkî jî carna gelek aşîkar xal bi xal texlît dikin. Cengîz Çandar jî vê rastiya wan dibîne û destpêka xwînxwariya faşizma Hîtler û Erdogan bi awayekî gelek zana dirûberîne.

„Emsalê tiştên ku roja 6-8ê rezberê(îlonê) 2015 li Îstanbûl – Bagcilar, Enqere û li her derê welêt rûdane, 9-10 ê Mijdara 1938 li Almanyayê di bin serenavê “Kristallnacht” de pêkhatî ye. (Wê demê ciwanên Hîtler bi alîkariya saziya polêsên SA hemû dikanên cihuyan sotibûn, cam û her tiştên wan şikandibûn.)

Her çendî hilbijartinê 7 pûşperê di nava êriş, sextekarî, bêdadiyê de pêkhatibû jî, li gor dilê dîktator nebû. Xewna wî ya bidestxistina 400 parlamenterî pêknehat. Bi dek û dolaban pêşî li koalisyonan girt. Hilbijartinên pêşwext xiste rojevê. Ji bo ku bikane HDPê di bin bendavê de bihêle, şerê qirêj bi destê mafya xwe (glaudio) ya bêbext xist qada jiyanê.

Ne tenê gav bi gav kirinên faşîzma Hîtler texlît dike, hewl dide bi qedexeyê derketina der ya bê dem, gel ji birçîtî û tiyan bikuje, wan bêzar bike, bide revandin, gund û bajaran valake, heta demografiya şêniyan biguherîne. Daku bikane bigihîje armanca xwe.

Xwebaqilê kêmaqil rastiya gelê kurd ji bîr dike. Ji wî wetrê ew bi çewisandin, êriş, dek û dolabên xwe bi serkeve, lema rastiya li bazarê li hesabê malê nayê, her hewldanên wî bi berxwedaneke tund ne tenê vala tê derxistin, wekî şamar li rûçikê wî dikeve.

Di vî şerî de hin armancên wî yên gelek xiniz hene. Siyasetmedarên kurd û gelê kurd bi şer re mijûlkirin, bêzarkirin, da ku HDP derfetên bangaşiya hilbijartinan nebîne, nekanibe projeyên xwe pêşkêşî gel bike û hilbijêrên xwe seferber bike.

Dema HDP di nava şer de tenê bi parastina gel re hûrbilî be, firsenda bêbextî, dek û dolap û sextekariyên AKP û sergerdeyê wê li ber çavan raxîstinê jî nabîne. Li gel wê bi vê polîtîkayê hewl dide ku bi wêjeya Vatan-milet-sakarya tirkan û hin gelên din jî ji HDPê dûr bixin. Jixwe tevahiya çapemeniyê, qaşo demoqratan ji xistine nava tevgerê, bi her awayî bi dij bangaşiyê gel û pêkhateyan li hember gelê kurd û HDP sor dikin.

Ji bo ku em bikanin di vê hilbijartina pêşdem de jî şamareke mirinî li vê faşîzma dîktatoriya RTE bidin, rûçikê wan ên rast bi gelê tirk jî bidin pejirandin, divê ji bo demeke kurt jî be, derfetên vê lîstika wan vala derxistinê bi dest bixin ku di hilbijartinan de bi serkevin. Bi serkeftinê dîktatora RTE têk bibin.