Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî civîna xwe ya bi beşdariya 25 endaman a di navbera 3-8’ê Gulanê de lidar xist, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hat ragihandin, ku di civînê de li ser rewşa siyasî û leşkerî ya li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, têkoşîna leşkerî û siyasî ya dema bihurî, xebatên bîrdozî û rêxistinî nîqaşên berfireh hatin kirin, biryar û plansaziya pêwîst hat derxistin.
Di daxuyaniya KCK’ê bal kişanda pêvajoya dema pêş ya tund û girîng û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk di serî li Sûriyeyê, li her derê bi dijminên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re tevdigere. Ev yek nîşan dide ku têkoşîn wê dijwartir bibe. Divê gelê me û tevgera me xwe ji têkoşîneke demdirêj a li Tirkiye û gelemperiya Rojhilata Navîn re amade bike”
Hevserokatiya Konseya Rêveber da zanîn, ku di civînê de berxwedana xwerêveberiyê û encamên wê bi berfirehî hatine nirxandin û biryarên girîng hatine stendin. Hat ragihandin, ku biryar hatiye dayîn berxwedana xwerêveberiyê bi rê û rêbazên dewlemend, li ser bingeha demokrasiya herêmî heta demokratîkkirina Tirkiyeyê bênavber were meşandin.
Pêngava dîrokî ya gerîlla
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, bi meha Gulanê re wê gerîla bigihêje derfetên xurt ên liv û tevgerê û hat gotin, “Li ser vê bingehê, ji bo temamkirina berxwedana xwerêveberiyê û pêşvebirina têkoşînê, hem li çiyê, hem li bajaran, hem jî li metropolên Tirkiyeyê wê pêngaveke dîrokî li dijî hêzên faşîst, qirkirin-darbekar ên leşker, aborî û siyasetê ji xwe re dikin maske, bimeşîne.”
Hevserokatiyê bibîr xist, ku gava destpêkê ya şer, redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê û şidandina tecerîda li Îmraliyê ye û destnîşan kir, ku ji ber nêzîkatiya li Ocalan nêzîkatiya li gelê Kurd e, azadiya gelê Kurd jî bi azadiya Ocalan dibe, lewma divê li ser vê bingehê têkoşîn were xurtkirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîş û gefên AKP’ê yên li hemberî civaka Elewiyan bi taybetî ya li herêma Mereşê û hat gotin, “Di civîna me bang li hemû hêzên demokrasiyê û gelê Kurd hatiye kirin ku xwedî li civaka Elewî derkevin û li hemberî van êrîşên qirkirinê Elewiyan bi tenê nehêlin.”
Banga tevlîbûna nav refên gerîla
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Di civînê de hat destnîşankirin; ciwanên Kurd berxwedana xwe ya fedaî ya bi dehan salan dimeşîne, di berxwedanên xwerêveberiyê de derxistine asta herî bilind û di berxwedanên xwerêveberiyê de şehîd dane. Mîna duh divê îro jî ciwan têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bikin û rola xwe bilîzin. Ji bo mezinkirina artêşa gerîla bang li hezaran ciwanan tê kirin, ku tevlî nava refên gerîla bibin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Konseya me ya Rêveber, di serî de ev mijarên hatin bilêvkirin, hemû pirsgirêk bi berfirehî nîqaş kir, biryarên ji bo serketina dema pêş wergirt û plansaziya pêkanîna van biryaran destnîşan kir.
Tevgera me ya azadiyê ji bo dilsoziya bi şehîdan re, wê di xeta Rêbertiyê de pêşengiyê ji têkoşînê re bike, li ser bingeha serketina têkoşîna me ya azadiyê ya di havîna 2016’an de wê faşîzma AKP’ê û hemû dijminên demokrasiyê, di serî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li her qada têkoşînê têk bibe.”
ANF/BEHDÎNAN