Alî Kaya: Ev helwêstên kêfî yên hikûmeta Elman û polêsê wê, tam skandalek e. Şert û merc çi dibin bila bibin em bi biryar in ku têkoşîna xwe dewam bikin. Me dozeke dijberê wê da destpêkirin û em ê têkoşîna xwe bi rêya hiqûqê dewam bikin.

Ev bûn qederê 6 mehan ku di ser serdegirtina Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê re derbas bûn. Di navê de pirtûkên Tolstoy, Dostoyevskî, Amin Maalouf jî dewleta Elman 30 hezar pirtûk desteser kirin û qaşo hîna “Lêkolîna” li ser wan dewam dike.

Di serdegirtina buroya her du şirketan a li bajarê Neussê de polêsê Elman sê rojan lêgerîn kiribû û bi 8 konteyniran pirtûk, CD û malzemeyên muzîkê desteser kiribûn. Midûrê Giştî yê Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê Ali Kaya ji bo serdegirtinê û bûyerên paşê qewimîn dibîje, “şêwazekî qirrkirina çandî bû”.

Kaya yê ku bi îhtîmam got, ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî dewam bikin, li ser helwêsta rayedarên Elman wiha peyivî: “Ev helwêstên kêfî yên hikûmeta Elman û polêsê wê, tam skandalek e. Dixwazin ziman û çanda miletekî tine bihesibînin, û wî bikin yê din.”

Çanda Kurd krîmînalîze kirin

Kaya li helwêsta Elmanyayê ku şiband qirrkirina çandî ya bi destê AKP´ê wiha peyivî: “Em bi neheqî û bêdadiyeke mezin re rûbirû ne ku tê de maf û azadî tine tên hesibandin, muzîk û çand Kurd tên krîmînalîzekirin.”

Kaya got, serdegirtin û zextên li dijî her du şirketan jî ne xweber û elaqeya wan bi zextên sala dawî ya dewleta Elman li dijî Kurdan e. Kaya her wiha îşaret bi wê yekê kir ku ev zext piştî ku bi Tirkiyeyê re beramberî hev tawîz dan hev, li dijî Kurdan ketine dewrê.

Keda bi salan

Alî Kaya bi bîr xist ku tevî 8 konteynir malzeme, materyalên wan ên arşîvê ku encama xebata 15 salan e jî hatiye desteserkirin. Kaya wekî din nerazîbûna xwe ji hinceta “lêkolînê” îfade kir û ji bo CD´yên desteserkirî jî got, “Ez nizanim ka wê ji bilî muzîkê çi tê de bibînin. Helbet mesele ne lêkolîne, bi vê hincetê dixwazin pêvajoyê dirêj bikin, zirarê li saziya me bikin, bikin ku bê ber girtina deriyên xwe. Lê em bi piştgiriya gelê Kurd û dostên xwe li ser piyan dimînin.”

30 hezar pirtûk desteser kirin

Di nava pirtûkên hatin desteserkirin de wergirên nobelê, nivîskarên klasîk ên wêjeya cihanê jî hene, li ser vê Kaya wiha dipeyive: “Bifikirin, em ji her pirtka ku em çapû dikin, yek. didu nusxeyan jixwe li gorî qaîdeyên weşanxaneyan ji polîs re dişînin. Tolstoy, Dostoyevskî, Yaşar Kemal, Amîn Maalouf ji wan nivîskarên navdar in, pirtûkên wan jî hatin desteserkirin. Qederê 30 hezar pirtûkî hatin desteserkirin. Dibêjin ew ê hemû pirtûkan lêbikolin, de îca hûn hesab bikin bê ev ê çiqasî dewam bike.”

Rêveberê Giştî yê Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê Alî Kaya dibêje, “Dixwazin ziman û çanda miletekî tine bihesibînin, û wî bikin yê din”. Ew li ser dewama têkoşîna xwe ya hiqûqî jî wiha dipeyive: “Ev helwêstên kêfî yên hikûmeta Elman û polêsê wê, tam skandalek e. Şert û merc çi dibin bila bibin em bi biryar in ku têkoşîna xwe dewam bikin. Me dozeke dijberê wê da destpêkirin û em ê têkoşîna xwe bi rêya hiqûqê dewam bikin.”

 

NEUSS