PERVÎN YERLÎKAYA / TROISDRORF
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad bi hev re meşa dirêj a bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ve dibin. Meşa ku pêr ji bajarê Elmanyayê Bonnê dest pê kir, wê pênc rojan dewam bike. Meş wê heta bi bajarê Monchengladbachê bi slogana ‘Bi rêbertiyê re bimeşe, faşîzmê tine bike!’ dewam bike.
Bêhtirî sed ciwanên ji Elmanya, Fransa, Swîsre û hin welatên din ên Ewrûpayê beşdarî meşa dirêj dibin. Pêr piştî meşeke 16 kîlometreyan ciwan gihiştin bajarê Troisdorfê. Doh jî qonaxa ciwanan 25 kîlometre bû. Ji Troisdorfê wê heta bi Kolnê bimeşiyana. Gava nûçeya me dihat amadekirin, ciwan hîna dimeşiyan.
Înternasyonalîst jî meşiyan
Ne tenê Kurdistanî, Elman û Ingilîz jî hene di nava ciwanan de. Mesela, Arthur Errich ê 27 salî xwendekarê zanîngehê ye û ji Ingilîstanê beşdar dibe: “Divê em weke ciwan û şoreşger hin tiştan bikin. Niha divê em xwe bi rêxistin bikin û bibin yek. Divê em ruh û hisa ciwantiyê bi kesên navserê jî bidin hiskirin.”
Elmanê ku tercîh kir xwe weke Rêdan Mêrdîn bide nasîn jî ji bajarê Elmanyayê Bielefeldê beşdarî meşê bûye. Rêdan 17 salî ye û dibêje, ev meş girîng e ji bo tecrîdkirina Ocalan bi raya giştî ya Elman bidin zanîn. Ew jî dibêje, “Çareseriya pirsgirêkan ew e mirov li ber xwe bide û xwe bi rêxistin bike.”