ERKAN GULBAHÇE / SAARBRUCKEN
Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê FC Kandil Saarbrucken di Landesliga (lîga eyaletê) de dilîze û 13 saliya xwe pîroz kir. Ji ber ku îsal bûbû şampiyon jî coşa pîrozbahiyê gelek bû. Di şahiya pîrozbahiyê de gelek Kurdistanî û heyranên tîmê jî amade bûn. Li ser navê FC Kandilê Oruç Dapar pêşî malavahiya her kesî kir ku para wan tê de heye ku tîma wan bibe şampiyon. Wî her wiha bi bîr xist ku di nava 13 salan de ew 4 caran ji lîgeke li jêrê derketine lîgeke li jorê.
Dapar got, ji bo ciwanên Kurd ên li eyaleta Elmanyayê Saarlandê tîma FC Kandilê gelekî girîng e. Ji bo serketineke mezintir jî wî bang li herkesî kir ku desteka xwe ya ji bo tîma wan zêde bikin û ji dikandaran xwest bibin sponsorê wan.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarlandê, Dexîl Brahim jî got, FC Kandil bûye rengê futbola Saarlandê û got ji bo serketina tîmê ew ê alîkariya xwe ji tîmê re dewam bikin. Di şahiyê de koma li ser navê EU Kurdistanê beşdar bûyî jî plaketeke serketinê da FC Kandilê. Di beşa çandî a çalakiya pîrozbahiyê de hunermend Nûarîn, Farqîn Azad, Koma Dengê Mezopotamya, Grup Parantez û Veli Dapar derketin ser dikê.