Febrîqeyek şewitandin
Înîsiyatîfa Zarokên Agir li sê bajaran sê avahî, febrîqeyek, qemyonek û wesayiteke taybet şewitandin.
Însiyatîfê daxuyaniyek weşand û ragihand ku li Stenbol, Balikesîr û Îzmîrê çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniyê, 7’ê Tîrmehê li Şîşlî ya Stenbolê sê avahî hatin şewitandin.
8’ê Tîrmehê jî li navçeya Karabaglar a Îzmîrê febrîqeyek li sîteya pîşesaziyê hate şewitandin.
9’ê Tîrmehê li navçeya Kepsût a Balikesîrê qemyona ku ka tê de bû hate şewitandin.
9’ê Tîrmehê jî li navçeya Bornova ya Îzmîrê ”wesayiteke taybet a kesekî faşîst” hate şewitandin. NAVENDA NÛÇEYAN