Pêr di saetên piştî nîvro de bi hezaran gelê ku ji hemû pêkhateyên rojavaya Kurdistan pêk dihatin ji bo şervana YPJ᾿ê Şîlan Cûdî, şervanên YPG’ê Goran Dêrik, Rêber Salih, Baran Koçer, Rêbaz, Mezlûm Dêrik, Xebat Dêrik, Ciwan Efrîn, Demhat Çilaxa û Murad Qamişlo li ber nexweşxaneya bajarê Dêrikê kom bûn. Cenazeyên 10 şervanan ji nexweşxanê hatin girtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Qada Azadî ya Dêrikê ve hat birêkirin.
Dema derxistina cenazeyan dayikên kurd lorik û strananê li ser şehîdan digotin, birinc û gul li ser cenazeyan reşandin. Her wiha merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên YPJ’ê ve hat lidarxistin.
Merasîm bi xwendina sicîlên şervanê YPG᾿ê dom kir û belgeya şehadetê radestî malbatan hat kirin. Piştre cenazeyê şervanên YPG᾿ê bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve hat birêkirin û li goristanê bi sirûdên şoreşê hatin definkirin.
Li Efrînê ji bo Çiya Merasîm
Pêr dema ku li Dirêkê merasîma definkirina şervanê YPG᾿ê Ciwan Efrîn û 9 hevalên wî dihat lidarxistin, di heman demê de li Efrînê jî ji bo Şervanên YPG᾿ê Ciwan Efrînî ku li Çilaxa şehîd ket û Ferîd Hemkro (Çiya) ku di şerê 26᾿ê nîsana 2013’an de li Şêxmeqûdê winda bû û beriya 4 rojan ji hêla navenda çapemeniya YPG᾿ê ve nasnameya wî hat aşkerakirin merasîn hat li darxistin.
Merasîma ku bi beşdariya sedan kesî li ber Navenda Saziya Melbatên Şehîdan ya bajêr bi rêzgirtinê dest pê kir, partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî di nav de bi hezaran kes beşdar bû.
Piştî axafitinan sicîlên 2 şervanên YPG᾿ê hatin xwendin. Li ser navê malbatan axaftin hatin kirin. Di axaftinên malbata de hat gotin ku gelê kure heta dawî dê li ser xeta azadiyê bimeşin û xwedî li ala şehîdan kerkevin.
Merasîm û şîn
Cenazeyê Şervanê YPG᾿ê Basil Ebduselam El Xideyir (Ezîz Osko) yê di şerê li Çelaxa de şehîd ketibû pêr anîbûn Mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî. Cenazeyê Osko duh saet di 11.30’an de Mizgefta Qasimo ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi rêkirin. Cenaze li goristana Şehîd Delîl Sarûxan ji aliyê hezaran kesî ve hate defin kirin.
Osko 17’ê tîrmehê di şerê li gundê Til Elo yê Çelaxa de şehîd ketibû. Ezîz Osko ji erbên Qamişloyê bû û ji eşîra Cibûre bû.
Li Dirbêsiyê jî pêr ji bo şehîdan merasîm hebû. Cenazeyê 3 Şervanên YPG᾿ê yên bi navê Azad Mûsa, Salih Beko û Zinar Loqman Berekat ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Rustem hatin definkirin.
ANHA/QAMIŞLO