Şervanên QSD´ê di qinaxa dawî ya Tinekirina Terorê de li gundê Baxoz, di nava çend rojên bihurî de bi hezaran sivîl rizgar kirin. Di operasyonên rizgarkirina sivîlan de heta niha hin şervan jî şehîd bûne.

DIYAR EHMO / ANHA/DÊRAZOR

Şervanên QSD´ê û tîmên taybet rojane ji bo rizgarkirina sivîlan û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê jiyana xwe dixin tehlûkeyê. Hin ji wan di oxira rizgarkirina sivîlan de gihîştin şehadetê.

Di qonaxa dawî a Şerê Tinekirina Terorê li baregeha dawîn a di destê DAIŞ‘ê de li gundê Baxozê didome. Çeteyên DAIŞ‘ê ku li wir ji aliyê şervanan ve dor li wan hatiye girtin, sivîlan, jin û zarokan wek mertalên zindî bi kar tînin da ku xwe ji derbên QSD‘ê biparêzin. Ji ber vê yekê şervanên QSD‘ê pêngava xwe bi hişyarî û baldarî bi rê ve dibin û bi rêya tîmên taybet sivîlan ji gund derdixin û dibin cihên ewle.

Ji bo rizgarkirina sivîlan şehîd bûn

Di rojên dawî de, tîmên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hezaran sivîl, di nav de malbatên çeteyan ên xwe radest kirîn jî, bi rêya kamyonan ji gund derxistin û birin kampa Holê ya kantona Hesekê û pêwîstiyên wan bi cih anîn.

Şervanên QSD´ê û tîmên taybet rojane ji bo rizgarkirina sivîlan û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê jiyana xwe didin ber tehlûkeyên giran ên heta bi mirinê. Hin ji wan, di oxira rizgarkirina sivîlan de gihîştin şehadetê.

Zarok, jin, kal û pîr direvandin

Şervanên QSD‘ê sivîlan digihînin herêmên rizgarkirî û alîkariyê didin malbatên ku pirraniya wan jin û zarok in. Çeteyên DAIŞ‘ê li deverên ku dagir kiribûn, sûcên herî hovane der heqê mirovahiyê de kirin. Zarok, jin, kal û pîr direvandin û dikuştin. Herî dawî jî li Baxozê serê 50 jinên Êzîdî jê kirin.

Wek mertalên zindî bi kar tînin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ‘ê di salên dawî de firehiyeke mezin ji Sûriyê û Iraqê dagir kiribû, lê îro di nava du kolanên gundê Baxoza Jorîn de tengav bûne. Ya ku hiştiye pêngav heta niha dereng bimîne, ew e ku şervanên QSD‘ê rizgarkirina sivîlan kiriye armanca xwe ya sereke ku niha çete wan ji bo parastina xwe wek mertalên zindî bi kar tînin.