
Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Macid Hibo diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bidawîanîna li dîktatoriyê, her wiha veguhestina demokratîk ancex bi sîstemeke federal a demokratîk pêk bê.
Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Macid Hibo têkildarî rewşa li Sûriyeyê û çareserkirina aloziya li welat ji ANHA’yê re axivî.
Hevpeymanek siyasî ya li gorî destûra nû
Hibo, da zanîn ku rêya siyasî ya hevdîtinan encax dikare bibe rêya çareserkirina aloziya li Sûriyê û ev tişt anîn ziman: ”Riya siyasî ya hevdîtinan dikare dawî li dîktatoriyê bîne, her wiha veguhstina demorkatîk pêk bîne. Bi vê yekê dikare hevpeymanek siyasî ya li gorî destûra nû ku hemû pêkhateyên netewî û siyasî yên Sûriyê bigre nava xwe. Bi vê yekê şerê terorê bi hemû navên wê jî bê kirin. Ev yek dê li gorî projeyek Sûriyê ya yekbûyî ya hemû gelê Sûriyê pêk were.”
Dev ji navendparêziyê berdin
Hibo, derbarê pêşeroja Sûriyê de jî got ku pêwîst e dev ji navendparêziyê berde û jiyanê li gorî rêveberên xweser li gorî xaknîgariyê bêne avakirin û wiha dom kir: ”Dema behsa Sûriya demokratîk a hemû pêkhateyan tê kirin, pêwîst e yekser hevpyemanek siyasî nû ku hemû gelê Sûriyê bighîne hev bê destnîşankirin. Pêwîst e hevpeyman mafê hemû pêkhateyan misoger bike û navendparêziya siyasî derbas bike. Bi vê yekê dê bibe anternetîfeke li ser erdê ku jiyana welatiyan li gorî rêveberiyên herêmî birêxstin bike.”
Dikare bibe mînak
Hibo, bal kişand ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û wiha pê de çû: ”Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku îro li hin herêmên Sûriya tê pêkanîn. Ev dikare li ser hemû xaka Sûriyê pêk were û li gorî destûreke nû bê qebûlkirin. Ne mumkine li welatekî wekî Sûriyê pir netew û mezheb lê jiyan dikin ev yek bê derbaskirin. Bi vê yekê dê mafê hemû pêkhateyan bê misogerkirin û welatekî azad li gorî hemwelatiya temam bê avakirin.”
Federalîyeke lihevkirî
Endamê Desteya Rêve ê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Macid Hibo da zanîn ku sîstema fedaral a demokratîk rêyeke baş ji bo çareserkirina aloziyê ye û got: “Sûriyeyê welatekî pirrenge, gelek netew û mezheb lê jiyan dikin. Li gorî vê yekê dê rewşa rêxistinî ya li gorî hevbeşiya siyasî-destûrî bê destnîşankirin. Federalî wekî şeklekî siyasî dikare ji bo rewşa cografî ya Sûriyê bê bikaranîn.Federalî hevpeymanek ku hemû alî li ser lihev dikin û li gorî destûra niştimanî ya giştî pêk bînin. ”
Hibo di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: ”Mafê gelê Sûriyê heye ku rewşa xwe rêbazeke ji bi pêşeroja xwe destnîşan bike û xwe ji desthiladarên siyasî, aborî û netewî rizgar bikin.”
CÎHAD ROJ/ANHA
QSD’ê tevlî agirbestê dibe
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragîhand ku ew ê li gorî hevpeymana agirbestê ya ji bo Sûriyeyê tevbigerin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk derbarê agirbesta dê li Sûriyeyê were ragîhandin de daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt tên gotin: ”Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk me daxuyaniya agirbestê ya hevbeş ku di 22’yê Sibata 2016’an de ji aliyê Amerîka (DYA) û Rûsyayê ve hatiye dayîn lêkolîn kiriye.
Me ev pêşniyar wekî gaveke erênî ya ber bi çareseriya siyasî û aştiyane ya ji bo aloziya Sûriyeyê dît. Me Amerîka jî bi vê biryara xwe agahdar kir. Eger ev hevpeyman pêk were, hêzên me wê li gorî agirbestê tev bigerin. Eger êrîşek li dijî hêzên me pêk were, wê parastina xwe bikin.
Di heman demê de em dibêjin ku em ê li gorî biryara 2254’an ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Navnetewî ve hatiye derxistin, tevbigerin. Ji bo ev proje biser bikeve em ê hewldanên xwe bikin da ku çareseriyeke siyasî were dîtin û Sûriyeke yekbûyî bi tevahiya erdnîgariya xwe û demokratîk ku tê de aştî hebe, were avakirin.
Em baş bawer dikin ku ev agirbest wê zemîneke veguhezîna siyasî ya aştiyane ji bo welatê me yê delal Sûriyeyê ava bike. Li vê bingehê em bang li hemû hêzên çekdar dikin ku ew jî tevlî agirbestê bibin.”