Hevseroka Desteya Rêveber a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Foza Yûsif, makenîzmeya hibijartinan bi serok û endamên saziyên sivîl û eskerî yên Kantona Efrînê re, nîqaş kir.

Civîn li Navenda Çand û Huner a bajarê Efrînê pêk hat. Di civînê de, nûnerên meclîsên qanûnsaz û rêveber, Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk, amade bûn.

Foza Yûsif rewşa dawî ya herêmê û nexasim pêvajoyên li Bakûrê Sûriyê nirxandin. Piştre, Foza Yûsif makenîzmeya hilbijartinan rave kir û got, “Mekanîzmeya hilbijartinan wê dabeşî sê pêvajoyan bibe. Yek wê 22`ê Îlonê hilbijartinên komînan werin destpêkirin,  a duyemîn hilbijartinên herêman û rêveberiyên herêmî û kantonan wê 3`yê Mijdarê werin destpêkirin û pêvajoya sêyemîn jî wê hilbijartinên herêman û kongreya gelan di 19`ê Çileya 2018`an de, werê destpêkirin”.

Foza derbarê beşdarbûna hêzên eskerî wekî Hêzên Erkaxweparastinê û YPJ/YPG`ê di hilbijartinan de, got, “Federalî wê bi aliyên peywendîdar re bikeve nava têkiliyan û şervan wê kom bi kom dakevin malên xwe û dengê xwe bi kar bînin”.

Piştî axaftina Foza Yûsif, beşdaran derbarê siberoja komînan nexasim yên malbatên şehîdan, mekanîzmeya hilbijartinên hevserokên şaredariyan ên taybet, pirs kirin.

Foza Yûsif bersiva pirsên beşdaran da û got, “Komînên taybet ên bi saziyan wê wekî xwe bimînin, lê endamên xwe dikarin xwe ji bo hevserokatiya komînên din pişniyar bikin. Derbarê şaredariyan  de, gelek herêm pêwistiya wan bi gelek şaredariyan  heye û çawaniya hilbijartinên hevserokatiya wan, niha nîqaş li ser wê tê kirin. Her wiha ji bo wan mezreyan ku komîn li wan nehatine avakirin, wê komîneke bi tenê ji gund û  mezreyên derdora wê, bête avakirin”. 


 ANHA/EFRÎN