ENES YILDIZ/ANF/EFRÎN


Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Pergala Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif axivî. Yûsif anî zimên ku bi azadkirina Reqayê re wê deriyê çareseriyê vebe û diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyeyê têk çûye.

Yûsif bi bîr xist ku hêzên herêmî her dem li ser Sûriyeyê ji xwe re plan çêdikirin û got: “Dewleta Tirk û gelek dewletên din ên li herêmê xwestin beşdarî pêngava Reqayê bibin lê hesabê wan li hev derneket. Li Bakurê Sûriyeyê komên Artêşa Azad a Sûriyeyê bi hev ketine. Dewleta Tirk dixwaze bi van komên çeteyan Ezaz, Idlib, Cerablûs û Babê kontrol bike. Çareserkirina krîza Sûriyeyê têkiliya xwe bi azadkirina Reqayê re heye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Her roj li Reqayê bi sedan sîvîl tên rizgarkirin. DAIŞ li Reqayê têk diçe. Bi azadkirina Reqayê re wê li Sûriyeyê deriyekî nû yê çareseriyê vebe.”


Modela pêkan federasyon e

Yûsif bi bîr xist ku QSD ev 3 sal in li dijî DAIŞ’ê şer dike û got: “Li Şedadê, Hol, Tişrîn û Minbicê têkoşiyan. QSD gelê Sûriyeyê diparêze û di qada navneteweyî de prestîjê bi dest dixin. Krîz û kaosa li Sûriyeyê derbasî qonaxeke din bûye. DYE, Rûsya û hêzên navneteweyî jî li Sûriyeyê li rêyên qanûnî digerin. Bi azadkirina Reqayê re wê hevsengên siyasî biguhere. Divê li Sûriyeyê gel karibe xwe li ser zemîneke qanûnî temsîl bikin. Pergala federal jî navnîşana çareseriyê ya vê krîzê ye. Li dijî pergala navendîparêz, modela alternatîf a Xweseriya Demokratîk, projeya bingehîn a vî tiştî bû. Di qada navneteweyî de ya ku em xebata wê dikin û didin naskirin, modela federasyonê ye. Modela herî maqûl a ji bo krîza li Sûriyeyê ye. Şoreşa Sûriyeyê wê ji pergala federasyonê pêk were.”


Hedef tinekirina Kurdan e

Yûsif diyar kir ku li Sûriyeyê dewleta Tirk têk çûye û got, “Divê hêzên navneteweyî jî helwêsteke tund nîşan bidin. Tirkiye dewleteke NATO’yê ye. Li Sûriyeyê senaryoyên dagirkeriyê amade kirin. Wê xwest Şoreşa Rojava têk bibe. Erdogan û AKP di şexsê Kurdan de dijminatiya gelên Sûriyeyê dike. Naxwaze pergala federasyonê pêk were.

Dewleta Tirk li her dera Kurdistanê siyaseta înkar û îmhayê dike. Dixwaze li Bakurê Kurdistanê û Kurdên Sûriyeyê di warê çandî, siyasî û eskerî de têk biçin. Erdogan li Rojhilata Navîn dixwaze hemû çand û gelan ji holê rake û wan dike qurbana berjewendiyên xwe yên hegemonîk.”


Nîqaşên li ser federasyonê çêdibin

Yûsif têkildarî projeya federasyonê îşaret bi hevdîtinên wan li gel desthilatdaran kir û got, “Rejîma Baasê jî dizane ku Sûriye wekî berê nayê birêvebirin. Bajarê Reqayê wê bibe avakirina pergala federasyon û gelên Sûriyeyê. Em bi Rûsya, Îran û Esad re modela federasyonê û misogerkirina gelên Sûriyeyê nîqaş dikin. Sûriyeyeke nû û azadiya gelan wê li jêr banê federasyonê be.”





Pêşî li êrîşan tê girtin


Cenga Mezin bipêşveçûna QSD'ê didome. Doh şervanên QSD'ê, li taxa Nezlet Şehade ya li bereya başûr a Reqayê, wesayîteke bombebarkirî ya DAIŞ'ê berî ku bigihîje armanca xwe ji dûr ve teqandin. Şervanên QSD'ê, ku xetên parastinê yên çeteyan şikandine, her bi pêş ve diçin. Li kolanên taxê yên hatine rizgarkirin, operasyona paqijkirina ji teqemeniyan tê meşandin. Li Reqayê pêr jî 4 wesayîtên bombebarkirî hatibûn rûxandin. Di şerê pêr de 35 çete hatibûn kuştin.Pêngava Rizgarkirina Reqayê roja 6'ê Hezîranê dest pê kir. Bi qasî nîvê bajêr ji aliyê QSD'ê ve hatiye kontrolkirin. 


 REQA