Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê destketiya tevahiya Kurdan e û gotin, ji ber vê jî divê bê destekkirin. Nivîskarê Rojnameya Hewal, Hecî Suleyman û Rewşenbîrê Kurd Seyîd Mûhammed ji Ajansa ANF’ê re axivîn.

Nivîskarê Rojnameya Hewal, Hecî Suleyman diyar kir ku federasyona Rojava ji bo siberoja Kurdan xwedî girîngiyeke pir mezin e û got, divê her Kurd piştgiriyê bide federasyonê. 

Suleyman îlana federasyonê weke encama demek zehmet, têkoşîneke zor nirxand û destnîşan kir ku ev serkeftin tevî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk û hêzên herêmê derketiye holê. 


‘Pişta xwe nede dijminê Kurdistanê’

Hecî Suleyman destketiyên li Rojava ji bo siberojê parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê jî weke spartek nirxand û got: “Piştgiriya federasyona Rojava, berpirsiyariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye jî. Ji ber vê jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê, divê pişta xwe ne bi dewlet û hêzên dijminê Kurdistanê, bi Kurdan xurt bike.”

Suleyman bi bîr xist ku cudahiyên Federasyona Bakurê Sûriyeyê pir zêde ne û got: “Ji ber vê yekê, ew ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn modela herî baş e. Bi vê modelê, gelên herêmê wê karibin bi awayekî wekhev, azad bijîn. Sîstemên siyasî, aborî û civakî dikarin di nav vê modelê de bi pêş bikevin. Çareseriya rast, jiyana adil û hevpar ev e.”


‘Modela herî baş federasyon e’

Rewşenbîrê Kurd Seyîd Mûhammed jî got, di nav şertên herêm û cîhanê de Kurdan wek modela herî realîst federasyon hilbijart û wiha pêda çû: “Ev tercîheke gelekî girîng e. Kurd dikarin federasyonê yan jî serxwebûnê îlan bikin. Lê, li gorî rewşa heyî modela herî baş federasyon e. Li Rojava, Kurdan bi hêza xwe li dijî her cure êrîşê têkoşîneke mezin meşand û federasyon derxist holê. Mînak, di serî de Kobanê, li seranserê Rojava berxwedaneke lehengî bi pêş ket. Ev berxwedan, ji bo bidestxistina mafên Kurdan, dîrokî ye. Ev berxwedan hê jî didome.”


‘Divê bi rêzdarî nas bikin’

Mûhammed xwest hem dewletên herêmê, hem jî hêzên navneteweyî bi rêzdarî federasyonê nas bikin û got: “Pêwîst e, hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê her cure alîkariyê bide federasyonê. Ji ber ku ev destketiya tevahiya Kurdan e. Ji bo ev destketî bi hêztir bibe, pêwîst e Hikûmeta Başûrê Kurdistanê berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.” 


 ANF/KERKÛK