Di encama xebatên komîteyê de wê di 29’ê Hezîranê de konferansek bê lidarxistin û federasyon bê îlankirin. Têkildarî mijarê komîteya amadekar daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi siyaseta perçekirinê ya ji aliyê hêzên dagirker ve hatiye meşandin re, hêza Kurdan lawaz bûye û tevî bi dehan serhildanan jî Kurd biser neketine. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku sedema vê yekê nebûna yekîtiya Kurdan e, lê di roja îroyin de bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê di encama têkoşînek bêhempa de gelek destkeftî çêbûne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev destkeftî tenê ji bo Rojava na, ji bo hemû perçeyên Kurdistanê û herêmê qezencek e û pêşiya jiyana hevbeş vedikin, loma divê bêne parastin.
Banga tevlîbûne
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku herçiqasî hêzek derketibe holê jî, êrîşên li ser herêmê didomin, lewre ger ku berxwedan û yekîtî pêk neyê wê ev destkeftî û şoreş mîsoger nebe. Di daxuyaniyê de mînakên Komara Mehabad, Şoreşa Başûra ya sala 1975’an û serhildanên Bakûr mînak hatin dayîn û hate gotin ji bo ku dîrok xwe dubare neke, pêwîste hemû hêzên Kurdistanî bibin yek û berjewendiyên netewî li pêş bigirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ciwanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ku di şoreşê de rolek girîng dilîzin jî vê pêvajoyê wekî têkoşîna netewî ya demokratîk dibînin û hate gotin ku li Rojavayê Kurdistanê dem hatiye ku ciwan dibin sîwana Federasyona Ciwanên Rojavayê Kurdistanê de bên bav hev. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca vê rêxistinê ewe ku hemû hêzên ciwanan bîne ba hev û bandorê liser pêvajoyê bike, her wiha bersiva êrîşan bidin û di warê netewî , civakî , çandî , axlaqî , siyasî û zanistî de pêşketinan çêbikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku bi vê armancê wê di 29’ê Hezîranê de konferans bê lidarxistin û bang li hemû rêxistin û tevgerên ciwanan hate kirin ku tevlî konferansê bibin.
ANHA/QAMIŞLO