Beriya ku sazî bê vekirin sekreterê giştî yê Federasyonê Deştî Cemal axivî û wiha got: “Em bi vekirina vê saziyê dixwazin li Iraqê û bi taybet li Herêma Kurdistanê xwedî li mafê panaberan derkevin.”
Cemal, diyar kir ku ew ji sala 1993’an ve li Hêrêma Kurdistanê xebatê dimeşinin, lê ji sala 2005’an vir ve ji ber zêdeûna çalakiyên wan neçar mane saziya xwe fermî bikin û wiha got: "Xebatê Federasyonê ya sereke parastina hemwelatiyê Iraqê yên diçin derveyî welat û ji hêla wan welatan ve paşve tên şandin e. Ev pirsgirêk ji sala 1993’an ve heya sala 2005’an ne pirsgirêkek pir mezin bû. Lê bi taybet ji sala 2005’an vir ve ev pirsgirêk pir mezin bû. Ji ber vê sedemê me jî li derveyî welat gelek xebat dan meşandin. dawî jî me xwest ku li herêma Kurdistanê jî saziyêkê vekin. Niha li Silêmaniyê navçeya wê Ranya saziyê me hene ku bi vê mijarê re mijul dibin. Bi giştî heya niha li ber destê me nêzî 3 hezar dosyê panaberan hene ku ji hêla dewletên ku panaber jê hatiyê şandin û nahatiye zalalkirin hene. Bêgûman ev penaber cihek nîne ku serî lê bide û mafêxwe biparêze ji ber parastina mafê wî me sazî fermî kir. Heya niha pirsgêrêka me ya bingehîn ewe ku federasyona me ji hêla hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê ve bi awayekî baş nayê pêşwazîkirin. Em hêvîdarin ku di dema pêş de bi me re bibin alîkar.”
Cemal bang li penaberan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li herêma Kurdistanê gelek panaber hene ku ji hêla welatên biyanî mafê wan hatine binpêkirin. Ji bo ku em bikarîbin mafê wan biparêzin pêwîste serî li me bidin û di heman demê de xwedî li saziyê derkevin. Ger neyên gel me wê bibin mijara bazirganiya di navbera dewletan. Mirov ne amûreke ku ji hêla desthilatdaran ve bibe mijara bazirganiyê.”
Piştî axaftinan sazî bi awayekî fermî ji xizmetê re hate vekirin. Deştî Cemal endamê ragihandinê li saziyê geriyan û arşîva xwe ya xebatê Federasyonê ya salê borî bi endamê ragihandinê re par vekir.
ÊRÎŞ QOSER - DÎHA/SILÊMANÎ