Seîd Axayê Cizîrî yek ji dengbêjên deng dawudî bû ku hogirê Mihemed Arifê Cizrawî û Hesen Cizrawî bû. Wî li ser daxwaz û zexta hawîrdora xwe ji bo ku biryara îdamî ya li dijî xwe bide betalkirin û bê efûkirin, ji bo Mustefa Kemal stranek nihurand û got; piştî vê bûyerê Botanê tercîh kir ku vî dengbêjî ji bîr bike.
Seîd Axayê Cizîrî dengekî dawudî yê Cizîrê bû, wî stranên usûlê devera Cizîr û deşta Mêrdînê bi hosteyî digotin. Tevî ku dengbêjên serdema wî û yên piştî wî hatin bi wî dizanin û rêzê ji hunerê wî re digirin jî, ew bi xwe di nava xelkê de li gorî vî nirxê we kêm tê nasîn. Weke ku xelkê ew hermonî kiribe yan jî ji bîra xwe biribe.
Di nava xelkê de tê gotin ku ew ji gundê Dêrikê Endîwerê ye bi eslê xwe û li gor hinekan jî ew ji malbata Xalidê Reşo yê ji Silopiyayê ye. Hîna di ciwaniya xwe de, yan sala 1946´an yan jî 1950´î koça xwe ya dawî dike.
Ew Milkê Kurdan ..
Lê belê Seîd Axa beriya ku wê şaşiya mezin bike, bi vî maxlasî navdar bû stranên ‘Bavê Meyro’ digot; herî dawî jî strana Ruhi Su dizî û wekî ‘Ankara’nın Taşına Bak (li kevirê Enqerê binihêre)’ kir Tirkê, ya Hesen Zîrekî ‘Ew Milkê Kurdan” digot.
Li gorî gotina xelkê, ji ber ku Seîd Axayê Cizîrî komkujiyên li dijî Kurdan ji bo stran û klamên xwe kirin mijar, kete ber lêpirsînê ş piştre jî biryara îdamkirina wî hat dayîn. Ka ev rîwayet rast e yan ne, nayê zanîn, lê ya tê zanîn ew e ku ew demekê li Başûrê Kurdistanê mehkûm maye. Ji bo cezayê wî bê betalkirn û bê efûkirin, hin kes dibin navbeynkar, lê ji bo vê jî şertekî didin ber wî ku tê maneya poşmaniyê: Divê ew straneke pesnê Mustafa Kemal dide binivîse.
Hinekî li ber xwe bide jî dawiya dawî Seîd Axayê Cizîrî ji bo Mustafa Kemal û Ismetê Kor (Înonu) bi navê ‘Mistoyê Çavşîn’ stranekê amade dike. Biryara îdamê betal dibe û mehkûmiya wî jî bi dawî dibe. Hebûna vê stranê tê zanîn, lê qeydiya wê ne li meydanê ye. Xelkê Cizîrê û Kurdistanê jî weke ku berdêla vê şaşiyê bi wî bidin dayîn, Seîd Axayê Cizîrî ji bîra xwe bir, bi rengekî ji rengan ew hermonî kir. Heta hin kes dibêjin, ji ber vê yekê ew ji welatê xwe Cizîrê koçber bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN