Nîqaşa li ser mijara arizîkirina sektorên giştî, ne mijark e ku di ser re mirov derbas bibe û ji rêzê bibîne. Ev mijar bi baweriya min ji êrişên DAIŞ´ê bi tehlûketir e. Xetera vê mijarê ew e ku qûtê gel rasterast bikeve destê sermayedaran û ya ku heta niha partiyên siyasî yên desthiladar kirî wê êdî were rawakirin û jê wêdetir jî zêdetir ji rewşa heyî xizanî, birçîbûn û bêkariyê wê bi xwe re bîne. Di dema van niqaşan de Başûr di bin deynekî mezin yê Fonda Diravên Navneteweyî IMF´yê de ye, ya herî komîk jî partiyên Îslamî yên Başûrê Kurdistanê nîqaşa gelo ev deyn helal e yan heram e? Û di dawiyê de bi erêkirina wê deng dabûn. Pirraniya dewlemendên Başûr yan ji partiyên siyasî ne yan jî têkiliya wan ya pirr xurt bi partiyên siyasî re heye heta astekê ku beşek ji wan qaşo sermayedaran pereyên siyasetmedaran sipî dikin. Çend bûyerên skandal jî di wî warî de eşkerebûn hem navxwe hem ji derveyên welat.
Jixwe demeke dirêj e ku bi destwerdana derve û bi gavên pratîkî ji aliyê siyasî, çandî, medyayê ve zemîna van rojan dihat amadekirin. Zêhniyeta siyasî ya Partiyên desthilatdar bi tevahî li gorî vê projeya sermayedariya nevneteweyî ye. Her tişta gel pêşkêşî bazara navneteweyî kirine. Medyaya Başûr, nexasim medyaya partiyên desthiladar bi roleke gelekî neerênî di vî warî de rabû û radibe.
Hilbijartina qaşo “Şahciwana Kurdistanê” di ekranên TV´yê de û xerckirina pereyekî xeyalî, çi elaqeya xwe bi pêdiviyên civakê re heye? Timî bombabarankirina civakê bi reklamên bazirganiyê, hemû şaneyên civakê hilweşandine û bi sedan nexweşiyên civakî di malbat û nava ferdên civakê de belav kiriye. Ji sedî 95´ê zêdetirê berhemên di bazara Başûr de, berhemên biyanî ne, pirraniya wan jî ne pêdiviyên sereke yên civakê ne. Gûnd hatine wêran kirin û bajar tijî mirovên bêkar in. Berxwurî “kirîna tiştên ne pêdiviyên sereke” bûye girr û adeteke rojaneyî di nava beşêkê ji civakê de. Beşa din nanê rojane nikare peyde bike. Ev tablo ji wî tirajîktir e ku ez karibim di vê nivîsê de cih bidimê.
Birêz Ocalan dibêjê "Bi mûmê li exlaqî bigerî jî di sermayedariyê de tu nabînî". Exlaq bi wataya dîtina pêdiviyên civakê û siyaset jî ji bo pêkanîna van pêdiviyan, lê wer xûya dike ku bi van nîqaşên vê dawiyê li Başûr wê zêdetir exlaq û siyaset ji rê bên derxistin û exlaqê kolêktîf yê civakê bê hilweşandin.
Arizîkirina sektorên giştî di demêkê de ku nerazîbûna civakê her roj zêde dibe, ji bo daxistina vê narazîbûnê ye, ji bo bi cihkirina sîstema sermayedariyê ku ev 25 sal in hîna nebûye sîstem, hîna jî di nava civakê de bertek ji bo bicihkirina vê sîstemê heye.
Arizîkirina sektorên giştî tê wataya ku kî pereyê wî hebe dikarê di sîstemê de cih bigire û bijî, pereyê kê nebin jî li derveyî sîstemê bîmîne û bimire. Ev ne nîqaş e, ev biryara partiyên desthiladar e, heta nîqaş kirine û ji vê şûn ve jî wê pêk bînin.
Bêguman em ji bîr nakin ku hêzên navneteweyî û yên herêmê hem wek amûr û hem wek ecama sîstemên despot, DAIŞ wek piyonekê avêtin meydanê, ji bo dizaynkirina herêmê li gorî berjewendiyên sîstema sermayedariyê. Êriş û armanca ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê û darbeya AKP´ê û helwêsta Eutelsat ya Fransa li hemberî medya Kurd û azadîxwazan ji bo bicihkirina vê sistema sermayeyê ya hov û mirovxur ku AKP, hin hêzên navneteweyî û hin hêzên Kurd jî di vê xalê de digihîjin hev.
Eger tevgerên civakî, alternatîf û şoreşger bi lez hereket nekin, wê piştî operasyona Mûsilê ku zêdetir operasyoneke siyasî û aborî ye, felaketên civakî wê bi xwe re bîne û di serî de bandorê li gelê Başûrê Kurdistanê bike û bibe deriyekî vekirina vê sîstemê.