PERVÎN YERLÎKAYA / STRASBOURG
Li bajarê Franseyê Strasbourgê greva birçîbûnê ya bi sedan kesî ya 5 rojan li ber Parlamena Ewrûpayê (PE) dewam dike. Yek ji van çalakgeran jî dayika du şehîdan Telli Alagoz e.
Telli Alagoz a 66 salî penaber e ji sala 1994´an ve li Ewrûpayê. Pêşî li Holanda maye, ev 6 sal in jî li Fransayê tevî Bavê Delîl (hevjînê wê) û zarokên xwe dimîne. Ew dayika şehîd Fereşîn Dîrok (Zelîhan Alagoz, li Sêwazê şehîd bû) û Delîl (Ahmet Alagoz, li Xinêrê şehîd bû) e. Ew dayika deh zarokan e û dibêje, “Min zarokên xwe tev jî dûr nekirin, hemû di nava şoreşê de ne. Felsefa Şoreşa Gelê Kurd ya Serok Apo kûr e, înşela gelê Kurd wê serketî be”. Dayika ji Deşta Îdirê ji gundê Çomeliyê, niha di greva birçîbûnê ya 5 rojan a li Strasbourgê de cihê xwe digire. Ew berê jî ketiye greva birçîbûnê; cara pêşî jî sala 1994´an, paşê jî li paytexta Belçîkayê Brukselê.
Gava ku ew gund û zozanan bi bîr tîne, gerîla jî bibîr tîne, “Em e li zozanan jî di nav gelê xwe gerîla de bûn, em e li zozanan jî di nav gelê xwe û gerîla de bûn. Me birînên xwe derman dikirin, me birîndarên xwe radikirin datanîn. Hevalek fermandar di malê de xwe şehîd kir. Mal ji binî ve şewitandin. Ji ber wê em penaber bûn. Şehîdekî Milazgirê, ez û Bavê Delîl em çûn me anî, li derba Gilîdaxê, deham sifte awil di ara her du Çiyayên Agirî de me şehîdek hilda. Çar şehîdên wê malê hene.
Roj wê bê ew ên bibêjin xwezî
Behsa grevên xwe yîn birçîbûnê jî wiha dike, Dayika Telli Alagoz: “Çawa di 94´an de em hatin Ewrûpa, em 9 rojan ketinê. Bi hevalê Qertel re em careke dinê li komeleya Belçîka 8 rojan ketin greva birçîbûnê. Hê em di kampa penaberiyê de bûn, tevî hevalên xwe yên Kurd em 7 rojan ketin greva birçîbûnê. Kengî greva birçîbûnê hebe, weke dayikekê, ez dibêjim, ez hazir im. Em çiqas êşên giran jî bikişînin, ew nagihîjin giraniya felsefeya Serok Apo. Ev felsefe wê bi serkeve. Her kesa dibêje, ez insan im, bila ji vê felsefê mehrûm nemîne. Roj wê bê, ew ê bibêje min jî xwezî kevçiyê xwe ji vê xwarinê hilda.”
Tecrîd zilma herî giran e
Tecrîdkirina li Rêeberê Gelê Kurd wiha dihizire, “Ji ber zilmê ye. Ev zilm e, ev tecrîdkirina Serok Apo, yeke gelekî giran e. Lê ji bo çalakiyên fedaî, hevalan got, bila kes qêmîşî canê xwe neke. Lê berxwedana me agir gurr dike û ev agir, agirê azadiyê ye. Ji bo ku gelê Kurd bi nasnameya xwe azad bijî. Înşela ti cara ti gel weke dewleta Tirk zilmê neke.”
Rabin ser piyan, rabin ser piyan…
Ji bo çalakiya xwe ya nû, dibêje, “Em 34 kes ji komeleya xwe bi otobusê hatin. Armanca min ew e ku ez berxwedana Leyla, keça Kurd pîroz bikim. Ew serketî be. Di nava jinên Kurd de hevalên egîd hene, hevala Zîlan, hevala Sema, hevala Sakîne Cansiz heye. Em giş li ser rêya Leyla ne. Wê serkêşî kir di çalakiya birçîbûnê de û ev çalakî pîroz e. Ji bo mafê mirovan e, da ku bizanin heqê me heye. Da ku em jî karibin weke insanan bijîn, bes e zilm, bes e talankirin. Bejna me talan bû, zimanê me talan dikin. Em jî dibêjin, ez kurd im, dixwazim weke insanan bijîm. Insanên dinyayê bi çi terhî dijîn û wekheviya xwe dikin, em jî di wekheviyê de bijîn bi nasnameya xwe.”
Ew bi vê bangê bi dawiyê têne li gotinên xwe, “Ê ku dixwîne, bila bixwîne, ê ku dixebite bila bixebite, lê dûrî gelê xwe nemînin. Ji bo vê felsefê rabin ser piyan, rabine ser piyan û rabine ser piyan.”