Felsefe bi kêmasî be jî, tê zanin. Ez ê tenê hin aliyên wê yê bi zimanê kurdî re têkildar ravekim. Ev ji peyva yûnanî "Philosophia" tê, ev peyvek hevgîn e, ji peyva "Phîlo" yanî wek peyva kurdî "fîlik" (koka wan yek e) ango xweşik, delal û peyva "sophia" koka vê û peyva kurdî "sonîn > zonen > zanîn" yek e. Peyva "suf î- sofî / sofizm" jî bi vir re têkildar e.

Di hişmediyê de zelalkirina zanistîyê, ragihandin û şîroveya diyarde, rûdan û pêkhatinan bi awayekî têr wate zelalkirin mijareya felsefeyê ye. Ev jî zimanekî pêşketî û dewlemend dixwaze. Eger mirov bikane bi zimanekî felsefê bike, yan jî rastiya zanayiyan bê kêmasî bide têgihîştin, pêdivî bi zimanekî têr û tijî heye. Di ronahiya vê rastiyê de derketina kovareke felsefeyê serkeftina zimanê kurdî ye. Di vî warî de em deyndarên mamosteyê birêz Alî Gurdîlî ne. Wê navê wî di dîroka felsefeya bi zimanê kurdî de cihê xwe yê herî bi nirx bigire.

Hêjmara Kovara Felsefevan a yekem di detpêka sala 2015´an de derket. Di nivisa edîtorya wê de wisa tê nivisandin: "Demeke dirêj e ku me dixwest em bi zimanê xwe yê şîrîn, kovareke xwerû bi kurdî û kurmancî ya felsefeyê biweşînin."

Edîtorya di paragrafa duyemîn de giringiya derxistina kovareke felsefî wiha zelal dike: "... Li gel hemû astengî û dijwariyan em baş dizanin ku avêtina gava pêşîn, gelek girîng e û bêguman, bi demê re em pê bawer in ku dê di zimanê kurdî de berhevdanek baş ya zanyariyên felsefî û zanistî pêk were."

Di vê hêjmara yekem de du mijareyên sereke hatine hilbijartin. Ji nivîsa edîtorya "1 – Di pêşketina zimanan de fîlozofî û felsefe. 2 – Têkiliyê felsefeyê û dîn çi ye gelo? Çima di civakên lipaşmayî de felsefe her dem wek dijberê dîn/ol tê dîtin û nirxandin."

Felsefevan hêjmara duyem jî ji xwe re felsefeya çend fîlozofan hilbijartiye. Di nivîsa edîtoryayê de wiha dinivîse: "Di vê hêjmarê de … em dê bi awayekî taybet li ser felsefeya sê fîlozofan rawestin: Nietzsche, Ehmedê Xanî û Schopenhauer. Lê belê mixabin hêjmara rûpelan... têra tevahiya gotaran nekirin û lewma me hinek gotarên xwe, bi taybet yên di derbarê jiyan û felsefeya Ehmedê Xanî de ne, hîşt bo hejmareke din ya kovarê."

Di hêjmara sêyem ya  Kovara Felsefevan de ev mijar hene: Di Nêrînên Foucault de, di Çarçoveya Têkiliya Îqtîdar û Şîdetê de, Têgeha Girtîgehê,  Thomas Hobbes 1588-1679, Dewlet û Kurd (ji Ali Gurdilî), Empedokle B.Z. 490-430. Perspektîfa Giştî a Hegel, Feuerbach û Marx, Çore Arda. Anaksîmandros B.Z. 610-547. Afirandina Dîn.

Li ser bergê paşîn li gel wêneyê Baba Tahîrê Uryan ev helbesta wî heye: "Eger destê bigê çerxa felekê / Ez ê gelek tiştan bipirsim ji wê / Te bi yekî daye sed cûre nîmet / Bi yê din nanê ceh alasî bi xwînê!"

Ku kesek bixwaze tûrikê gencîneya xwe a kurdî bi têgîn û peyvên zanistî dagire, daku di nîqaşan de bikane bê kêmasî biaxive, rûdan û diyardeyan bi awayeke fîlozofîk verisîne, divê bê navber her gotar û nivîsarên wek kovara felsefevan bixwîne. Ji bîr nekirin felsefe zanist û zimanê zanyariyê ye.

Lê hezar car mixabin ku kurd li vê kovara hêja xwedî derneketin, weşana wê jî wek ya gelek kovarên din ên hêja hatiye rawestandin

Divê mirov vê rastiyê ji bîr neke ku birêz Alî Gurdilî neba, dê ev aliyê zimanê me, heta demekê jî ba, di valahiyê de bima. Birêz Ali Gurdilî, civaknas e. Di sala 1966´an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980´yî de bi hemû malbata xwe ve koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê deh sal in ku hewl dide, da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj, Felsefevan, Xwenas û Ajda de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zarokan e. Xwedî, berpirsiyar û edîtorê malpera www.felsefevan.org ê û Kovara Felsefevan e.


Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin ev in:

1- Dengê Felsefeyê - Weşanên Doz - Rêbendan 2006 

2- Rewîtiyeke Zanistî - Weşanên Doz - Gulan 2007. 

3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’-Weşanên Evrensel. Stenbol 2015.

4- Destpêka Felsefeyê – Weşanên Soran- 2015


Xebatên wî yên li ber çapê ev in: 

1- Antolojiya Feylesofan (Cilda yekemîn) 

2- Qêrîna Bêdeng (Hevpeyvînên rewşewnbîr û nivîskarên kurd) (Cilda yekemîn) 

3- Bendên (Aforîzmayên) Feylesofan (Cilda yekemîn) 

4- Ferhenga Felsefeyê (Cilda yekem)

 5- Destpêka Felsefeyê 2 6- Fragmanên Felsefîk 7- Ferhenga Mîtolojiyê