Feqîrî bi ser wan de hat xwarê
Li navçeya Amedê Çinarê banê xaniyekî xerpîç bi ser xelkê tê de hat xwarê. Li malê 10 nefsên ji heman malê diman, hebûn. Gava xaniyê wan bi ser wan de hat xwarê, malî di xew de bûn.
Xaniyê malbata feqîr li taxa Kuçeya Bare bû. Cîranan û xelkê deh kesên di bin xirbede man, derxistin. Nefsên malê yên birîndar pêşî rakirin nexwe,sxaneya Çinarê piştre jî veguhestin Amedê.
Lê belê ji zarokên malbatê, Guneş Demiroglu ya 14 salî û Dindar Demirogluyê 15 salî wefat kirin. Dermankirina nefsên din ên malê yên birîndar dewam dike. AMED