Li Zabûl a Îranê hin kes ji ber feqirî û belengaziyê nikarin xanî peyde bikin, loma jî li nav mezelan radikevin.
Malpera înternetê Nûdûd, derheqa meseleyê de çend wêne weşandin. Di wêneyan de xuya dibe ku şêniyên bajarê Zabûlê li nava mezelan radikevin.
Malperê, wêne li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî parve kirin û li binê wêneyan wiha nivîsî: “Şêniyên li goristanên li Zabûlê radikevin; wêneyek ji kesên xizan ên li nava mezelên goristana Zabûlê dimînin.”
Zabûl li eyaleta Sîstan-Belûcîstan a li başûrê Îranê ye. Xizaniya li vê eyaletê bandorê li zewaca di emrê zarokatiyê de dike. Li eyaletê heta zarokên 9 salî yên keç tên zewicandin. Rayedarekî ‘xizanî’ weke sedema bingehîn a zewicandina zarokan nîşan da.”
TEHRAN