Feqî Huseyin Sagniç ê ku li gund û medreseyê gihişt, wî hem di siyaseta Kurd de û em jî di karê rewşenbîriya Kurdî de cihê xwe bigirta. Ew li Tirkiyeyê mamosteyê pêşî yê dersa Kurdî ye li NÇM´ê. Berhemên wî yên li ser wêje û rewşenbîriya Kurdî jî qedrbilind in.
REWŞAN DENIZ
Feqiyê medreseya Seydayê, Mamosteyê Kurdî yê Instîtuya Kurdî ya Stenblê û NÇM´a Stenbolê, Feqî Huseyîn Sagniç weke îro beriya bi 17 salan xatirê xwe ji vê dinya gewrik xwest. Feqî hem ji dibistana Kurmanciyê, ji Medreseyê gihabû û hem jî di nava têkoşîna azadiya miletê Kurd de bûbû hostekarekî dersê û peyvê. Wî dê di emrê xwe yê 78 salan de gelek berhem binivîsanda, lê berhema xwe ya dawî wî dê bi çavên hişyar nedîtana, ku li ser dîroka wêjeya Kurd bû. Feqî Huseyîn Sagniç 1926’an li taxa Kehniyamîran a gundê Xorosê yê ser bi navçeya Bedlîsê Hêzanê hat dinê. Ewhema salekê piştî bizava Şêx Saîd hat dinê. Ew sê salî bû, malbata wî bar kir Tetwanê. Li Dûriya Oranisê li gundê Kûtê bi cih bûne. Zarotiya xwe li wî gundî borand. Ew heşt salî bû, bavê wî wefat kir û sêwî ma. Ji ber xizaniyê bi birayê xwe yê mezin re dibe berxvan, paşê jî herdu bûn gavanê gund. Di sê salên gavantiya xwe de wî quran xwend û beriya sersala 1939´an ew çû gundê Oranisê li Medresa Seydayê li ber destê Mela Osmanê Xorosî dest bi Nûbara Ehmedê Xanî û fiqha Erebî kir.
Li Medreseyê xwendina wî û feqîtiya wî 4 salan dewam kir. Ji ber ku pêdiviya maliyan pê hebû, wî li şûna du birayên xwe rencberî kir. Piştî eskeriya mecbûrî ew li Tetwanê bi cih bû. Wî karên weke xeratî û avahîsaziyê jî kirin. Piştre jî wî wî xeratiyeke mezin li navçeyê vekir. Ha hingê wî meyla xwe pê re da dahûrandina mezheb û olan, û hînbûna felsefe, metafizîk û dîyalektîkê.
Dikeve nav rewşenbîrên Kurd
Wî xebatên sîyasî jî dikirin, lê tenê bi medreseyiyan re. Hingê baweriya wî bi dibistanan tineye. Pêwendiyên wî yên pêşî bi dibistaniyan re, li Diyarbekirê bi Canip Yildirim, Edîp Altinakar, Mûsa Anter, Yusûf Ezîzoxlu, Selahedîn Cizrelî û Mustefa Ekîncî re çêdibin. Ev dîtin û pêvendiyên hanê, piştî dawiya sala 1959´an, di dema rojnama “Îlerî Yurd”ê de bûn. Piştî wê êdî bi rewşenbîran re, danûstendinên xwe bi pêş dixe.
Ji ber raman û hizrên sîyasî, sala 1964´an demekê mehkûm dibe, paşê dikeve zindana Tetwanê. Sala 1965´an ji zindanê derdikeve. Di dema mehkûmiya wî de hin hevalên wî TKDP dadimezrînin. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, dibe endamê Partiyê. Piştre jî dibe endamê Komîteya Navendî. Sala 1968´an gelek hevalên wî tên girtin. Ew jî gelek caran tê girtin û gelek doz lê tên vekirin.
Ew jî paşê tevî Doktor Şivan (Sait Kırmızıtoprak) tevdigere û di dema darbeya eskerî ya 12´êaa Adara 1971´ê de tên girtin û 8 mehan di hepsê de dimîne.
Yaşar Kemal di pêşgotina kitêba ji bo Feqî Huseyin Sagniç hatî amadekirin, wiha behsa wî dike, ‘’Mirovekî wekî şîr, wekî şiirê. Weke şîr paqij, zelal û rast. Weke helbestê xweşik, sade û balkêş.”
Heta mirinê çav li kirinê
Feqî Hûseyîn Sagniç, destpêka salên 1990´î de li Navenda Çanda Mezopotamyayê dersên zimanê Kurdî dide. Di damezirandina Înstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cihê xwe digire. Di kovara `Rewşen`ê de ku kovara Înstûtiyê ye û her wiha di bûltenên Înstîtuyê de dinivîse. Lê belê nivîsên wî di kovar û rojnameyên din de jî derdikevin. Ew bi giranî bi Kurdî dinivîse.
Wek gotarvanê mêvan li welat û li derveyê welat peşdarî gelek panel û konferansên neteweyî û navneteweyî bû. Di celeb-celeb rojname û kovaranda bi sedan gotar nivisandin. Gava ku li ser kompûtera xwe kar dikir, 20´ê Mjdara 2002´yan xwîn rijiya ser mejiyê wî. Ew 112 rojan di komayê da ma. Roja 12 adara 2003´yan li Stenbolê, li nexweşxana Bakirkoyî rehmet kir û çû ser heqiya xwe. Piştî bi du raojan, cenazeyê wî li Tetwanê bi beşdariya girseyeke qelebalix spartin axê.
Dicle-Firat û Feqî Huseyin
Di rojnameya Cicle-Firatê de nivîsên Feqî Huseyin hatin weşandin. Rojnameyê 1´ê Cotmeha 1962´yan dest bi weşanê kir û karî tenê 8 hejmaran derêxe. Nivîsa wî ya pêşî nameya wî ya weke xwîner e û di hejmara 4´ê de tê weşandin. Beşek ji nameya ji Tetwanê şandî wiha ye:
“Ne tenê ez, divê her kesê berpirsiyariya wicdanî li cem alîkariya we bike, lewma hûn bi doz û da´wên welêt û rojhilat dadikevin. Jixwe, herêm û miletê rojhilat ê ku ji sedsalan ve piştguh hatiye kirin û hatiye jibîrkirin, tenê wisa bi hewldanên welatperwer bigihîje rohniya xweşhalî û şadiyê”
Di nameyê de Feqî Huseyîn ji kovarê dixwaze, ne mehane, lê serê 15 rojan derkeve. Paşê di hejmarên 7 û 8 ên rojnameyê de wê nivîsên wî bihatana weşandin.
Çima arşîva Feqî dizîn?
Piştî ku Feqî Huseyin Sagniç wefat kir bi du salan, diz ketin mala wî ya li Stenbolê. Li gorî gotinên kurê Feqî, Azad Sagniç û hevjîna wî Rabîa Sagniç, diz yek ser çûye cihê tivinga nêçîrê ya bi ruxset, ew diziye û piştre jî berê xwe daye kitêbxaneya Feqî Huseyin û ji wir, arşîva nivîsên wî yên di dîsketên kompûterê de û laptopa wî dizîne. Dizan çend rojekê paşê ew tivinga bi ruxset li devê deriyê malê danî.
Berhemên Feqî Huseyin
- Hêmana Rêzimana Kurdî, 1991
- Pêşeriya hewisîna Zimanê Kurdî 1, 1991
- Pêşeriya Hewisîna Zimanê Kurdî 2, 1992
- Yûsiv û Zuleyxa, 1998 - (Feqî Huseyîn ji tîpên Erebî tîpguhêzî kir)
- Çîrokên Kurdî, 1999 - (Fablên Kurdî)
- Portreler, 2000 - (Bi Tirkî, portreyên rewşenbîr û sîyasetmedarên rehmet kirî)
- Dîroka Wêjeya Kurdî, 2002 - (Bi 700 rûpelî Feqî behsa dîroka wejaya Kurdî dike; Mamosta ev berhema xwe bi çavên hişyar nedî û rehmet kir. Dema di komayê de bû pirtûk çap dibe. Pirtûk birin cihê lê. Lê wî çavên xwe venekirin.)