Gundê Vererûzê yê Miksê ku bi navê şaîrî Kurd Feqiyê Teyran tê nasîn hêj awaz, deng, wîzewîza çûkan zindûbûna xwe wekî berê diparêze. Dîsa medreseya ku ders lê dabûn û tirba Feqî hêj wekî roja berê hebûna xwe diparêze. Gundê Feqiyê Teyran ku bi edalet, bawerî, zanebûn, aramî û eşqa xwe ya çûkan tê nasîn, hêj wekî efsaneya hezkirina çûkan tê zanîn. Welatiyên ku li vê efsaneyê xwedî derdikevin diyar dikin ku “Feqî hêj bi çûkan re di axivin”
Welatiyê Vererûzê Abdulbaki Ahî, diyar kir ku Feqiyê Teyran nêzî 400 sal berê li Vereruzê ji dayik bûye û li gelek gundên Kurdistanê mamostetî kiriye û wiha peyivî: “Li vir li Medreseya Mir Hesen ilmê xwe berdewam kir. Piştre çû Xîzanê. Piştî Xîzanê çû Cizîrê. Zarokên wî tune bûn. Li Xîzanê evîndarê Sinemê bû. Lê negihiştin hev.”
‘Bi hezaran çûk li dora ziyaretê ne‘
Ahî, destnîşan kir ku 5 nifş in ew li gundê Vereruzê dijîn û wiha got: “Li qada ku turbeya Feqiyê Teyran lê ye bi hezaran çûk dijîn. Çûk, hêj li dora tirbeya Feqî difirin û bi Feqî re di nava sohbetê de ne. Bi hezaran çûk li dora ziyaretê ne. Li gel ku kes derdora Tirbê paqij nake jî her dem derdorê tirbê paqij e. Çûkên biçûk ji bo xwe biparêzin davêjin hundirê tirbê û xwe li wir distirînin.”
‘Ji Cizîrê pir hez dikir’
Ahî, da zanîn ku Feqiyê Teyran li gelek bajar û gundên Kurdistanê geriya û herî zêde pir ji Cizîrê hez dikir. Her wiha Ahî bîranînekê Feqiyê Teyran anî ziman û got ku di dema Feqiyê Teyran de dijmin derûdora Kelha Gimgimê dorpêç dike û mêrên kelehê dikuje û wiha qala meselê kir: “Wê demê jinek di hundirê kelehê de ma. Ew jina li kelehê ji bo nekeve destê dijmin xwe şewitand. Feqî jî der barê vê jinê de got ‘Bila serê we bilind û ruyê we sipî be. Bila sibê di mahşerê de alîgirê Feqî be. Ji ber ku we namusa xwe parastiye û ji bo hûn perîşan nebin we xwe şewitandiye.’ Ew qas qîmet dida welatê xwe.”
DÎHA/WAN