Sîran Ehmed (46) ku li bajarê Tirbesipiyê dimîne, di temenê zaroktiyê de, hez ji hunera nîgarkêşiyê kiriye, loma her tim resm xêz kirine û piştî qedandina dibistana amadeyî jî, beşa nîgarkêşiyê ya zanîngehê xwendiye.

Piştî qedandina zanîngehê jî dest bi çêkirina resim û peykeran kiriye. Heta niha gelek berhem derxistine holê û li bajarên wekî Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê û bajarokê Rimêlan 11 pêşengeh vekirine.

Dema ku li Tirbesipiyê Akademiya Hunerê ya Yekta Herekol hat vekirin, Sîran jî tevlî vê xebatê bû û dest bi dayîna dersên nîgarkêşiyê û çêkirina peykeran kir. Sîran niha dersê dide zarokên 10 ta 15 salî.

Mijara berhemên Sîran jî pirranî jin û karên wê yên di nava civakê de ne. Sîran got: “Wêneyên min dîroka jinê vedibêjin. Ji ber ku jinê çanda civakê bi destê xwe hunandiye.”


SÎPAN SILO/ANHA/TIRBESIPIYÊ