Bi ihtîmaleke mezin dema mirovahî fêr bû ku zimanê wan bi kêrî çi tê û dest bi axaftin û nivîsandinê kirin, nizanîbûn ku wê rojeke zimanekî mîna Kurdî jî derkeve û wê evqas bela werin serê vî zimanî! Heger zanîbûna dibe ku ev mîrat lê nekira! Ê, erê ka zimanê Kurdî çi ji kê kiriye ku ewqas zilm lê tê kirin. Em li welatê xwe ne, li bajar û gundê xwe ne. Hûn hatine, we navê gund, bajar û welatê me guhertiye! Vê têrî we nekiriye, we navê me Welat kiriye Cengiz. Wê jî têrî we nekiriye we kelepçe li zimanê me daye, we xwestiye em kerr û lal bibin!
Zilm wê bi ser keve? Na!
Bi ser ketin? Na! Zilma xwe dewam dikin? Erê! Wê bi serkevin? Na!
Dema beriya bi heşt salan me Navenda Çandê ya Cegerxwîn vekir, dewlet hîn wê demê di pey vî navî de bû! Ne tenê navê Cegerxwîn, gelek navên din ên Kurdî jî qebûl nedikirin. Ji destpêka Komara Tirkan heta îro, rewş ev e! Heta em welatê xwe azad nekin wê rewşa me jî ev be!
Dewletê ji bo navê Cegerxwîn hê di destpêkê de doz li Şaredariya Peyase vekir û heta îro jî ew doz dewam dike! Bi rastî, nema hewceyî bi dozê heye, jixwe va ye, bi temamî dest li ser şaredariyan danî û ya xwe wê bibe serî, navê Cegerxwîn wê ji saziyê rake, jixwe xwe lê ceriband carekê. Îro na, lê sibe wê wê navî, wê lewheyê rake. Li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî xira kirin, li Amadê jî wê navê Cegerxwîn rakin. Li Êlihê Sînemaya Yılmaz Guney şewitandin. Ji ber ku kar û xebata wan ji dîrokê heta îro xirakirin û şewitandin e!
Piştî ku nerazîbûn hat nîşandan navê Cegerxwîn ma, lê bes navê Park Ormanî bû 15 Temmuz Şehitleri Parkı! Îcar li gor min tişta herî tirajîk jî ev e! Navê Seyda yê me yê mezin di kevîka 15 Temmuz Şehitleri Parki de ma! Li dewsa ku navê Cegerxwîn wê li wir bimîne, ji wir rakiribana çêtir bû! Li dewsa ku wê navê Cegerxwîn di destê Qeyûmekî dewleta Tirk de bimînê, bila ne navê saziyê be çêtir e! Ev sed sal in ku welat dagir dikin, ma wê li saziyekê binêrin!
Pûç û vala kir
Ya din jî gelo di wê saziyê de derheqê zimanê Kurdî û Cegerxwîn de çi û kî maye? Ez bibêjim, wek serê derziyê tiştek nemaye! Gelo niha di wê saziye de ji bo ziman û çanda Kurdî kî çi dike? Ez bibêjim, kes tiştekî nake! Him tişitekî nake, him jî vê saziya ku Kurdan bi navê helbestvanê xwe ye qedîm vekiriye, tê de hewl dide Kurdan asîmîle bike! Ne tenê di saziya Navenda Çandê ya Cegerxwîn de di hemû saziyên çand û hunerê de yên ku şaredariyan ji bo xizmeta ziman û çanda Kurdî vekirine, ev asîmîlekirin bi destê qeyûmên dewletê dewam dike. Di dîroka xwe de Komara Tirkiyeyê, tenê zimanê Kurdî û Kurd ji xwe re wek dijmin dîtine û hewl daye wan herduyan jî ji hole rake. Tu zimanî di Rojhilata Navîn de wek zimanê Kurdî zilm ji dewletê nedîtiye. Bêgûman em naxwazin bibînin jî lê bes xizmeta ku ji zimanên din re hatiye kirin di teqez jib o zimanê Kurdî jî hatibane kirin!
Kurdî ji çî te re
Japonî fêr bibe
Ez ê tenê mînakekê ji bo Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bibêjim. Qeyûmê dewletê kursa zimane Japonî li saziye vekiriye! Bêguman ez ne li hember ti zimanî me. Her ziman rengek e, xweşiyek e, lê bes dewlet li vir vê peyamê dide Kurdan: Tu çi bikî bike, heta tu di nav destên min de be, ez çi bixwazim tê wê bikî! Ez kîjan zimanî bixwazim, tê fêrî wî zimanî bibî. Meyzêne, hêz di destên min de ye, ez bixwazim ez ê di saziya te de, te fêrî zimanekî bikim ku qet elaqeya te pê re nîne! Tu xulamê min î û ez jî axayê te, çi bibêjim tê wek min bikî!
Ev feraset ji avakirina Komare heta îro dewam dike. Bi hezaran Kurdî di ber ziman û çanda xwe de berdêl dan. Hê jî didin. Mentiqa dewletê ya şaş bi awayekî ku di dîrokê de mînaka wê nîne zimanek ji xwe re kire dijmin û heta îro bi hemû derfetên dewletbûna xwe li hemberî vî zimanî disekîne û dixwaze wî zimanî tine bike.
Em ê ji xewnên xwe dest pê bikin
Ziman jî mîna mirovan zindî ye ku îro em di mala xwe de bi zimane xwe neaxivin em bi zarokên xwe re bi zimanê xwe neaxivin em ê vê zilma dewletê bi destên xwe li zimanê xwe bikin. Erê, îro Kurdistan wek erdnîgarî hatiye dagirgirin. Dewlet bi hemû alavên xwe êriş dike lê bes mentiqa dewletê vî tiştî ranakê ku ziman jî parçeyek ji laşê mirov e! Ji bo ku dewlet zimên ji holê rake, dive pêşî hebûna Kurdan bi timametî ji holê rake. Em wek mirov û Kurd jî dizanin, ti dewlet nikare hebûna gelekî ji holê rake. Ji ber wê jî peywira me ya yekemîn divê ew be ku zimanê Kurdî ne tenê di sazî û dezgehan de di her warê jiyanê de bidin xebitandin. Dema me ev tişt kir, em ê karibin li hember her zexta dewletê bisekin. Em ê ji xewnên xwe destpê bikin û em ê zimanê xwe di her hucreyên bedena xwe de bi kar bînin. Ev hewldanên me wê hemû warên jiyanê bikin xizmeta zimanê Kurdî!
Rast e, guhertina navên saziyan divê ti kes qebûl neke, me bi keda xwe navê Cegerxwîn rakir û em ê bi keda xwe jî dîsa rakin. Xwedîlêderketina herî baş li gorî min ew e ku em her warê jiyanê bikin Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn û em ji îro ve hemû Diwanên Seydayê Cegerxwîn wek pirtûkeke pîroz deynin mala xwe û em helbesteke Cegerxwîn ji zarok dayik bav û hezkiriyên xwe re bixwînin!