Di şexsê têkoşîna li dijî DAIŞ´ê de berxwedana dîrokî ya gelekî hat dîtin û gelê Kurd ê ku dîroka wî, serpêhatiya wî û nasnameya wî timî ji aliyê xelkê ve dihat nivîsandin, ev cara yekê bû ku bi xwe dîroka xwe nivîsî. Neda nivîsandin, bi xwe nivîsî. Serê pêşî pirsên seresere yên weke “Kurd li ber xwe didin, Kurd kî ne?” dihatin kirin, niha li bersivên pirsên weke “Kurd çawa û xwe disipêrin kîjan felsefeyê û li ber xwe didin? Gelo dikarin ji bo me bibin perspektîf?” tê gerîn. Mirovên ku piştî xitimîna tevgerên cihê li Kurdistanê rêyeke alternatîf dîtin, û li perspektîfekê digerin, êdî Kurdan ne tenê weke “miletekî mazlûm û mexdûr ê ku mirov pişta wî bigire” nabînin. Berevajî vê weke hêzeke xwedî îrade ya fikr hildiberîne, afirîner, têkoşer û radîkal dibînin. Yê ku di vê gihiştine hem hêzên radîkal ên dijberê sîstemê û hem jî dewletên desthilatdar in ku êdî hew dikarin vê yekê mandel bikin.

Nexasim helwêstên oryantalîst ên Ewrûpa-navendî ji hev dernexistin ka wê çawa têkiliyan bi Kurdan re deynin. Ma çawa xelkê Rojhilata Navîn ên ku timî weke tişt/nesne dihatin pênasekirin karîn bibin xwedî îrade û bibin kirde (yên siyasî û civakî)? Çawa dikarîn wî mafê diyarkirina pînasekirin û minaqeşekirinê yê desthiltparêz red bikin ku zîhniyetên Ewrûpa-navendî/rojava-navendî weke heqê xwe dibînin? Tevgera Rizgariya Kurdistanê ku di peywenda modernîteya demokratîk de xwe bi rêxistin dike,  têgihiştinên ji rêûresmê serûbinî hev dike; û ji vê û wê de îradeya deynaye meydanê û potansiyela xwe ya alternatîfbûnê jî nîşan daye. Miletekî di dîroka fermî de tine hesibandî, êdî ji bo milyonan mirovî veguherî perspektîfekê. 

Di têgihiştina ji rêûresmê ya “piştgiriyê” de kirdeyekî piştgir û nesneyeke “pişta wê tê girtin” hene. Li dinyaya rojava têgihiştina serdest a piştgiriyê xwe disipêre vê jihevkirina kirde- nesne û ji piştgiriyê bêhtir rengê xêrxwaziyê pê dikeve. Paradîgmaya tevgera rizgariya gelê Kurd û awayên wê yên rêxistinbûyînê şêweyên nû yên piştgiriyê hilberandin. Weke pirsên komên anarşîst ên li DYE´yên weke “em ê xweseriya demokratîk çawa li New Yorkê pêk bînin”, weke meraqa femînistên îtalî ji bo jineolojiyê û elaqeya xwendekarên Emerîkaya Latîn ji bo Şoreşa Rojava… Gelan, jinan û tevgeran dît ku dijberiya sîstemê tenê bi “antî”yan nabe, ji ber wê jî pê hisiyan ku tevgera rizgariya Kurdistanê ji antîyan bêhtir li dor û li gor “xwe/serî”yan xwe bi rêxistin dike. Rêveberiya xweser, xweserî, rêxistina jinê ya xweser, xweparastin - bi Şoreşa Rojava re piştrast bû ku helwêsteke xwe bisipêre hêza xwe, tenê dikare bibe alternatîf.

Hin ji wan mirovan ku ji ber vê yekê kela canê wan rabû, ji 18 ta 21 Nîsanê li bajarê Franseyê Strassbourgê hatin cem hev. Heyeta navneteweyî ya ku Sibatê xwestibû bi rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûne, lê ji ber astengiyan dewleta Tirk nikarîbû, ji bo ku bi saziyên mîna CPT re bipeyive çûbû Strassbourgê. Di heman demê de zêdetirî 40 înternasyonalîstên ji seranserê Ewrûpayê, nobeta ji bo azadiya Ocalan a li pêşberî Konseya Ewrûpa dewr girt. Tişta din a balkêş ew bû ku serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî li Konseya Ewrûpayê peyivî. Bazara qirêj a li ser penaberan kiriye ku Ewrûpa serê xwe li ber Tirkiyeyê bitewîne; heta destûrê dide ku Tirkiyeya yek ji welatên sereke ye ku bûye sedema krîza penaberan, çapemeniya Ewrûpa jî sansûr bike. Heyeta navneteweyî li dijî vê helwêsteke zelal nîşan da: “Em weke Ewrûpiyan siyasetên li ser navê xwe, red dikin û li aliyê aştiyê ne. Ji bo aştiyeke manedar, dewra Ocalan kilît e.”

Wê dema ku Davutoglu li Konseyê axaftina xwe ya propagandayê dikir, di nava heyeta mezin a piştgir de lêkolînereke jin a Norwêcî ya li Bakurê Kurdistanê  7 mehan  dest bi fêrbûna Kurdî kiriye,  bi mîkrofonê di çalakiya protetoyî de got, “konferderalîzma demokratîk ji bo dinyayê hemûyî perspektîfek e”.

Endamên heyetê yên jin civîneke xweser li dar xistin û ji awira jinê minaqeşe kir li ser piştgiriyê û daxuyaniyek weşand. Jinan ji bo Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez, ji bo Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyara jî doza edaletê kir. Jinan da zanîn ku jinên Kurd ji bo jinên seranserê dinyayê veguherîne hêviyê û banga rawestandina şerî kir. 

Çalakiyên piştgiriya navneteweyî  yên Nîsanê li gorî ruhê modernîteya demokratîkl hatin kirin. Di van demîn kaosê de fikr û gerînên li azadiyê dibin hêvî; em dibînin ku konfederalîzma demokratîk ji bo mirovên cihê veguheriye destekî xwe pê bigirin. Bi vî awayî aliyên gerdûnî yên fikra Ocalan bi zêdebûna heyetên bi vî rengî re dibe xwedî maneyeke dîrokî jî.

Ez nivîsa xwe bi endamê heyetê parêzerê Mandela Essa Moosa bi dawî bikim: Min di jiyana xwe de azadiya Mandela dît. Hêzbiya min e ku ez bi saxiya xwe azadiya Abdullah Ocalan jî bibînim”.


DILAR DÎRÎK