Dîlên şer di zîndanan de jî vala nasekinin, li gor derfetên xwe yên kêm jî dixebitin ku hin berhemên hêja pêşkêş bikin. Ramazan Çeper jî yek ji wan hêjayan e. Ew di sala 1980 yî de li gundê Permîsa girêdayiyê Sasonê hatiye dunê. Di sala 1996an de li Elihê tê girtin, lê salên xwe yên di hundir de vala derbas nake, hin berhemên hêja diafirîne. Berhemên wî: Helbest: Yazdeh Rondikên tenînî, Şervanek dimeşe di dilê me de, Ziryan im. Karê Etîmolojîk; Etimolojiya Çiyayên Kurdistane û Ferhenga Etîmolojiyê.
Berê ku ev berhem (Ferhenga Etîmolojiyê) were weşandin, hatibû ber destê min, bi hêviya were sererastkirin, min li ser bingehên xebatên zimannasiya Îndo-German hin pêşniyarên guhertinê û rexneyên xwe li ser gelek peyvan wek mînak: Peyva „Zemzem“ ne erebî ye ji zimanê Pehlewî tê, yan jî peyva „Elewî“ ku mijara gengeşiyê ye, nivisîbû, lê xuyaye cidî nehatiye girtin û min li gor wan pêşniyarên sererastkirinan ev pêşgotin nivisîbû.
Nirxandineke kurt
Bi berzbûna hêviyên azadiya kurd re gav bi gav zimanê kurdî jî pel vedide, bi vê pelvedanê re ew perdeya wek hêşya koneke reşahiyê ku bi xedariya bêwîjdaniya dagirkeran daketiye ser zimanê kurdî jî bela vela dibe. Di her warî de bi likumîn jî be, gavên girîng tên avêtin. Ev xebata etîmolojiyê jî ji wan gavan yek e.
Di zanyariya ziman de beşa herî giran û tevlihev beşa etîmolojîyê, ango beşa bingehê peyvan e. Ev kareke pisporî û berfireh dixwaze. Dema mirov sotin û talanên dagirkeriya wek Skenderê Mezin tunekiriye (Li gor daneyan; şiroveyên Zend Avestayê li ser dazdeh hezar çermê ga nivisandî bûye, lê tenê 17 hev di dest de manê. Dîsa tu belgeyên zanîngeha Heranê di destê me de nemane.) Li gel wan tevliheviya dagirkeriya tirk di bin perê teoriya roj û ziman de afirandiye, belgeyên nivisandi yên di odeyên kozmîk de vedişêrtî, yan jî hatine tunekirin. Bi taybetî jî hîkariya zimanê dagirkeriya ereb ku wek zimanê dîn û axretê derxistine qata xwedayî, hemû peyvên ji zimanê din bi navê xweda daqulandiye; hê di ser de dek û dolabên mîsyonerên ewropî ku bi navê zanyariyê hatine pêşkêşkirin jî, li vê beşa giran bar bûye, mijarê hê têklihevtir û dijwartir kiriye. Di rewşeke wiha de bêguman pêdivî bi lêkolînên gelek kûr hene. Lema karê wiha bi giranî karê komisyonên zanyar û pisporan e.
Divî bû yekî, yan jî çend kesan biwêriya berê xwe bida karekî wiha giran û pîroz. Birêz Remezan Çeper di rewşeke bê derfet de jî, bê tirs ev barê giran hilgirtiye ser milê xwe, bi hemû hêza xwe ve xebitiye ku bingeheke etîmolojiyê ji bo lêkolînên hê berfirehtir û kûrtir li ser bingeheke zanistî bide rûniştin. Bi dîtina min ew di vî karî de bi ser ketiye û bingeheke gelek xurt daniye. Bêguman wê gelek rexneyan jî bigire, lê li gel pîrozkirinê.
Aliyê wî yê herî serkeftî jî di warê têkiliya peyvên di navbera zaravayan de ye. Mirov li pey vê berhemê dixwîne, têdigihîje ku zaravayên kurdî di bingehê xwe de çendî nêzîkê hev in û ji yek rayekî derketine. Bêguman kijan peyv ji kîjan zaravayî derbazî zaravayên din bûne, mijara nîqaşê ye.
Hin peyv her çendi di nava çarçoveya şiroveyê de jî mabin, şiroveyên gelek di cîh de û têr in. Ji wê, ji bo hemû zimanzan û kesên dixwezin di warê etîmolojiyê de kar bikin, xwerû jî ji bo niviskarên kurd ku gelek ji wan li ser hin peyvan di nava dudiliyê de ne, çevkanîyeke têr û tijî ye. Divê her niviskar berê ku binivisîne, yan jî li ser hin peyvan bilîze, vê berhemê bixwîne. Dê ev berhem rengeki din derxîne pêş“
Bêguman wê dîsan jî ji bo etîmologan hetanî radeyekê bibe çavkaniyeke baş.
Nasnameya Berhemê
Navê Berhemê: Ferhenga Etîmolojiyê
Amadeker : Ramazan Çeper
Berg: bi rengê erdê terikî ye.
Weşan: Weşanên Ar, Stenbol 2014, bi giştî 311 rûpel e.