Hunermend albuma xwe ya nû ya bi navê ‘Şuare Kirmaciye’ ku hemû stran bi Kirmanckî hatine çêkirin dîroka Dêrsîmê vedibêje. Tunç ji bo ku albuma xwe bide nasîn bi van konseran îmzeyê diavêje tiştekî yekemîn. Tunç bi muzîsyenên norveçî ku hemû bingeha muzîkal wan çêkiriye dê derket ser dîkê. Ligel stranên nû yên di albumê de cih digirin, stranên berê yên albumên xwe jî cih dayê. Muzîseyên norveçî di gîtarê de Kunut Reîersrud, di Percussionê de Rune Arnesen di Bas Gitarê de Nîkolayî Haengsle Aîlertsen dê li ser dîkê bi Tunç re bin.
Hunermend Ferhat Tunç ev du salin li ser albumê dixebitî. Di 3’ê adarê de dê bi hezkriyên xwe re bê cem hev. Di konserê de pêşangeheke ku dîmenên ji qirkirina Dêrsimê pêk tên dê bê nîşandan. Kesên kut evli konserê bibin li aliyekê dê stranên bi dilbiêş guhdarî bikin û li aliyê din jî dê li pêşangehê bigerin.
Tunç der barê albuma xwe ya nû de axivî û diyar kir ku albuma wî rastiya gelekî vedibêje û wiha got: “Gelê me gelek êş kişande. Min jî albuma xwe li ser êşa gelê xwe amade kir. Hemû stranên me li ser qirkirina Dêrsimêne.” Piştî konsera Osloyê Tunç ji bo pîrozkirina Newrozê de di 14-20’ê adarê de biçe Amerîkayê.
ANF/OSLO