FETHÎ BALAMAN / MA/ÊLIH

Perwerdekar Ubeydullah Pilatîn û Zubeyîr Çelîk ên bi salane perwerdehiya kurdî dikin ferhenga perwerdehiyê ya Kurdî, Tirkî û Ingilîzî amade kir.

Perwerdekarên zimanê Kurdî, Ubeydullah Pilatîn û Zubeyîr Çelîk ku bi salan e li ser ziman dixebitin, ferhenga perwerdehiyê ya Kurdî, Tirkî û Ingilîzî amade kirin û ev ferheng derçû. Ferheng bi armanca kêmasiyên zanistên di perwerdehiya Kurdî de ji holê rabin, hatiye amadekirin.

Pilatîn û Çelîk sala 2013’an de dest bi amadekariyên vê ferhengê dikin û piştî lêkolîn û xebateke wan a dûr û dirêj di kanûna 2019’an de pirtûk derxistin. Di ferhengê de têgehên perwerdehiyê yên Kurdî, Tirkî û Ingilizî hatine nivîsandin û berfirehiya pênasekirina têgehan jî bi Kurdî hatine nivîsandin.

Ji bo kêmasiyan ji holê rakin

Ji amadekarên ferhengê Zubeyîr Çelîk diyar kir ku armanca wan a amadekirina vê ferhengê ew bûye ku pirsgirêk û kêmasiyên li qada perwerdehiya Kurdî ji holê rakin: “Li tevahiya cîhanê di warê bipêşketina aborî û civakî de sedema mezin perwerdehî ye. Ji ber ku gelê Kurd bi zimanê dayika xwe perwerde nabe, di civakê de li ser Kurdî tehlûkeyeke mezin heye. Mirov dikare bibêje, feraseteke wiha peyde bûye ku dibêjin zimanê Kurdî ne zimanê xebatên zanist û perwerdehiyê ye. Bi çavekî wiha lê dinêrin. Zarokekî kurd di biçûkatiya xwe de zimanê xwe ji bîr dike û tevahiya jiyana xwe bi zimanên din formule dike. Ji bo em bikevin pêşiya vê yekê, me xebatek wiha da destpêkirin. Armanca me ew e ku em têgihen perwerdehiya Kurdî belav bikin. Da ku mamoste û xwendekarên bi van têgihan zanibin.”

Çelîk da zanîn ku dema wan li kursên KURDÎ-DER’ê perwerdehiya kurdî dikir bi kêmasiyên di vî warî de gelek caran dihisiyan û ji ber vê yekê jî wan bi kêfxweşî xebatek wiha kiriye. Çelîk bal bire ser polîtîkaya dijwar asîmîlasyonê ya li dijî Kurdî, û bang li Kurdan kir ku li ber vê rabin. Çelîk got pêwîst e zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.