
Kurdên Êzîdî yên ji komkujiya dijminê mirovahiyê DAIŞ‘ê rizgar bûn, li wargeha ji konan a Qorixê, bi biryardarî çand û zimanê xwe diparêzin. Li gel perwerdeya Kurdî, di nava rojê de perwerdeya li ser baweriya Êzîdiyan jî tê dayîn. Yên li Şengalê mamoste bûn, li wargeha ji konan bi dilxwazî mamostetiyê dikin.
Mamoste Pîr Celal Xêro yê li gel perwerdeya Kurdî perwerdeya baweriyê jî bi dilxwazî dide zarokan, anî ziman ku ew perwerdeya baweriya Êzîdiyan didin 200 zarokan û got, “Piştî ku ji Şengalê me koçî Êlihê kirin, em li wargehên ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hat avakirin, bicih bûn. Me biryar da ku perwerdeya zimanê Kurdî û baweriya Êzîdiyan a li Şengalê didan zarokên xwe, li vir jî dewam bikin. Niha 200 zarok bi zimanê dayikê ilim û zanistiyê hîn dibin. Armanca me ew e ku zarok baweriya Êzîdiyan ji bîr nekin. Rewşeke gelekî însanî ye ku em bawerî û zimanê xwe hînê zarokên xwe dikin. Lê belê ji ber ku em Kurd in û Êzîdî ne, di sedsala 21’an de li pêş çavê tevahiya cîhanê em rastî komkujiyê hatin. Eger îro Kurdên Êzîdî tên qetilkirin, ev yek şerma tevahiya gelên cîhanê ye, demeke ku mirovahî ketiye bin erdê ye. Eger PKK nebûya, niha mirovekî bi tenê jî nedima. Li Êlihê Êzîdî berî 50 salan xwedî nifûseke zêde bû, lê ji ber hin hewldanên sorkirinê yên sîstemê, neçar man cih û warên xwe biterikînin. Lê îro mozaîkeke gelan heye ku hemû bawerî û rengan hembêz dike.”
‘Divê derûniya wan baş bibe’
Pîr Xidir Xelef jî ragihand ku ji ber komkujiya çeteyên DAIŞ‘ê anî serê wan, ew hewl didin ji aliyê psîkolojîk ve bi perwerdeyê alîkariyê bidin zarokên Şengalî û destnîşan kir, ku ew ê bi israr baweriya Êzîdiyatiyê dewam bikin. Xelef got, “Em perwerdeya xe ya li Şengalê, li vir dewam dikin. Ji bilî mezinkirina zarokên xwe bi çand û zimanê xwe, şensekî me nîne. Naxwe wê asîmîle bibin. Em ê nikaribin dewlemendiya xwe ya çandî biparêzin. Me li Şengalê dersên Kurdî, Îngilîzî û Êzîdiyatiyê didan. Piştî me li vê derê jî derfetên dayîna perwerdeyê dîtin, me dest bi dersan kirin. Zarokan dîtin ku hevsaliyên wan hatin qetilkirin, xwîn dîtin, bi rojan li çiyê tî û birçî man. Hin jê dapîr û bapîrê xwe ji ber nekarî bimeşin li dû xwe hiştin û sirgûn bûn. Ji bo van zarokan ji psîkolojiya komkujiyê rizgar bikin, perwerde rêyeke sereke ya çareseriyê ye.”
Zarokên Şengalî li wargeha ji konan bi xwendina dûaya bingehîn a baweriya Êzîdiyan dest bi dersê dikin. Dûaya Kurdî ya destpêkê dixwînin bi vî rengî ye: Destûra Xwedê, ya Xwedê, her ew e her ew e, ne xwarine ne xew e. Şevdadinê min, bi navê Xwedê Tawizê Melekt di rewdewa, şewda dinêmin yek ellah Melek Şêx Hesen heq Hebîbellah, meqlûbê mergeh e selah.”
FERHAT ARSLAN/ANF/ÊLIH