Jinên ji taxa Şehîd Serhed a bajarê Kobanê di 19’ê Îlonê de dest bi perwerdeya fêrbûna bikaranîna çekan kirin û dewreya ku navê Şehîd Fatîma Simo lê hatiye kirin 50 jin cihê xwe girtin. Fatîma Simo yek ji qurbaniyên komkujiya Kobanê ye ku di 25’ê Hezêranê bû.
Jinên taxa Şehîd Serhed piştî perwerdeyê di nava Hêzên Parastina Civakî xwe birêxistin kirin û dest bi nobetên parastinê kirin.
Jinên taxa Şehîd Yehya jî doh bi heman awayî dest bi perwerdeya parastinê kirin. Dewreya ku navê wî Şehîd Slava Mustefa ye, di nav de 25 jin cih digre. Piştî bidawîkirina vê dewreyê dê ev jî di nava Hêzên Parastina CIvakî (HPC) de cih bigrin û taxa xwe birparêzin. Rayedarên HPC’ê ragihandin ku perwerdeyên bi vî rengî heta ku hemû jinên bajêr fêrî bikaranîna çekan bibin, dê dewam bikin paşê wê li gundan destpê bike.
Ji bo komkujiyên nû neqewimin
Endama HPC’ê ya taxa Şehîd Yehya Şêrîvan Miho girêdayî derbarê perwerdekirina jinan de wiha axivî: “Piştî ku em fêrî vekirin, girtin û bikaranîna çekan bûn, em ê êdî ekîbên xwe ava bikin û dest bi parastina taxa xwe bikin. Li hemberî êrîşeke ku eger pêk were em ê taxê biparêzin.”
Miho bal kişand ser girîngiya ku her jinek peywira parastinê bigre ser xwe û wiha axaftina xwe dewam kir: “Divê em şehîdên Komkujiya Kobanê hertim bibîr bînin da ku rihê berxwedanê li gel me xurt bibe.”
Ji her temenî jin hene
Di nava perwerdeyên ku hatine organîzekirin de, jinên ciwan û jinên temen mezin bi moralekî bilind cihê xwe girtine. Welatiya 58 salî Ayşe Ebdî dibêje: “Ez tevlî perwerdeyê bûm, ez pir dixwazin çekê rakim û taxa xwe biprêzim. Parastin peywira her kesî ye, tenê ji ciwanan nayê xwestin.”
SOZDIL EHMED/ANHA/KOBANÊ